ANKARA
Anadolu Agencya (AA) ku her roj geşedanên li Rojhilata Navîn radigihîne aboneyên xwe li Navenda Pêşandan û Hunerê ya Neşet Ertaş pêşengeha wêneyan a bi navê "Ji Objektifên Anadolu Agencyê Xeze" vekir. Welatiyên ku li pêşengehê geriyan hestiyar bûn.
Di pêşengehê de 30 wêne hatin nîşandan û di van wêneyan de êrîşên Îsraîlê, êş û xizaniya şer xuya dibin.
Di çarçoveya bernameyê de di standê de kitêbên AAyê yên wekî "Welatê Sêwîmayî Sûriye", "Şoreşa Nîvcomayî Misir" û "Dorpêçî, Şer, Berxwedan: Xeze" cî girtin.