HELEB
Fermandarê Qadê yê Şoreşgerên Reqayê ya Muxalif Ebû Îbrahîm diyar kir ku hêzên pêşmergeyan ji girê Til Şeîrê re derbasî Kobanêyê bûn.
Ebû Îbrahîm daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku piştgiriyê didin komên kurd ên ku li Kobanêyê li dijî DÎŞIyê şer dikin. Ebû Îbrahîm eşkere kir ku şer li rojhilat û başûrê bajêr dewam dike, hêzên pêşmergeyan ên ku ji aliyê Tirkiyeyê re hatin ji girê Til Şeîrê re derbasî Kobanêyê bûn.
Îbrahîm diyar kir dema ku pêşmerge derbasî Kobanêyê bûn milîtanên DÎŞIyê li herêma pîşesaziyê erebeyeke bombebarkirî teqandin û piştî qetînê mirî û birîndar tunin.