MÛSIL
Pêşmergeyên hêzên çekdar ên Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) xwe gihandin Çiyayê Şingalê.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê yê li herêmê ye berhev kir qefleya pêşmergeyên ku duh bi çekên giran ve ji Zûmara nahiyeya Mûsilê derketin rê îro xwe gihandin Çiyayê Şingalê ya ku tê gotin bi qasî 10 hezar êzdiyî xwe spartinê.
Milîsên êzdî li herêma Şerefedînê ya ku pîroz tê qebûl kirin hatin pêşwaziya pêşmergeyan. Hat dîtin zarokên ku tevlî malbatên xwe li Çiyayê Şingalê hêsîr mabûn bi hatina pêşmergeyan pir kêfxweş bûn.
Pêşmerge ji bo ku seranserê Şingalê rizgar bike û bixe bin kontrola xwe amadehiyên operasyoneke pir mezin dike û balafirên şer ên welatên koalîsyonê jî bombeya dibarînin ser cihên ku DÎŞI lê ye.
Fermandarê pêşmergeyên Çiyayê Şingalê Qasim Şeşo daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ew ji bo ku operasyoneke berfireh li dar bixin niha hewl didin ku cihên girîng û stratejîk rizgar bikin.
Sekreterê Giştî yê Şaxa Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Fermandarê Pêşmergeyan Fazil Mîranî jî destnîşan kir, bi saya operasyonên serfiraz li herêma ku 100 kîlometre li rojavayê Mûsilê dimîne gelekî bi ser ketine û wiha pê de çû: "Ev operasyon ji bo rizgarkirina axa Kurdistanê û ji bo ku penaber bikaribin vegerin cih û warê xwe hatin kirin. Armanca me rizgarkirina navçeya Şingalê ye. Lê ji bo vê jî divê hemû cihên girîng û stratejîk em bigrin bin kontrola xwe. Ji bo ku di demeke kurt de çekên giran ên ku hewcedariya pêşmergeyan pê heye bên temînkirin."
Şêngala navçeya Mûsilê bi şêniyên xwe yên êzdî ve tê zanîn. Di 3ê tebaxê de ji ber ku pêşmerge ji navçeyê vekişiyabûn herêm ketibû bin kontrola DÎŞIyê. 30 hezar êzîdiyên ku ji navçe û gundên derdorê reviyan xwe spartin Çiyayê Şingalê. Ji van êzdiyan bi qasî 20 hezarî ji korîdora biewle ya ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) kontrol dikir re ji ser derbasoka sînorê Sûriyeyê re neqlî Dihokê kirin. Êzdiyên ku bi qasî hefteyekê tî û birçî man û piştî rêwîtiyeke ku bi saetan dewam kir xelas bûn û bala dinyayê kişandin ser xwe. Piştî ku DÎŞIyê êrîşî ser êzîdiyan kir, alîkariya mirovahî û leşkerî ya ku ji Iraqê re hat kirin zêde bû. Tê gotin ku li Çiyayê Şingalê bi qasî 10 hezarî êzîdî hene. Hikûmeta Iraqê bi helîkoptêran ve car caran ji êzdiyên ku li çiya hêsîr mane re alîkariyê dişîne.
Li ser daxwaza Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî bi rojan e ku pêşmerge ji bo rizgarkirina Şengalê dest bi amadehiyan kirine. Hin milîsên êzdî jî di nav pêşmergeyên ku li dijî DÎŞIyê şer dikin de cih digirin.
Fermandarên pêşmergeyan diyar kirin ew dixwazin Şengal û Çiyayê Şengalê yê ku bi hezaran êzdyan xwe spartinê rizgar bikin û piştî bidestxistina Şengalê sînorê Sûriyeyê dê bi ewlehtir bibe. Bi saya vê jî kordînasyona di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û pêşmergeyan de dê hêsantir bibe.
Kurd Şengalê wek axa kurdan ya ku di nav sînorê HKIyê de cih nagire dihesibînin, bi saya vî şerî Şengalê bê rizgarkirin. Rêveberiya HKIyê herêma ku li rojavayê Mûsilê dimîne, Kerkûk, Celawle û Sadiyeya ku bajarokên Diyalayê ne wek axa xwe qebûl dike. Li gor xala 140emîn a Makezagona Iraqê ji bo bê diyarkirin ka ev herêmê bi destê kê bê birêvebirin lazim bû ku di sala 2007an de referandûm bihata kirin. Lê ji ber hin sedemên siyasî ev referandûm bi tu awayî nehat kirin. Kurd hê jî dixwazin ku bila li van herêman referandûm bê kirin.