KERKÛK
Pêşmergeyên ku mecbûrî ji Îranê koçî Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) kirin, li Iraqê dijî DAEŞa rêxistina terorê şer dikin.
Pêşmergeyên girêdayî Partiya Azad a Îranê ya li sirgûnê niha li başûrê rojavayê Kerkûkê ser sînorê DAEŞê wezîfeya xwe dikin. Pêşmergeyên ku di nav de jin jî hene, di berxwedana dijî DAEŞê de, piştgiriyê didin hêzên artêşa Iraqê.
Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Azad a Îranê Huseyîn Yezdanpenah ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku 450 pêşmergeyên îranî ji destpêka pevçûnan vir ve dijî DAEŞê şer dikin. Yezdanpenah destnîşan kir ku di nav hêzên pêşmergeyê de pêşmergeyên jin jî hene û got ku pêşmerge pir baş hatine perwerdekirin.
Yezdanpenah got ku ew li gor şert û mercên xwe dijî DAEŞê şer dikin û wiha axivî: "Ji bo em li ser milê Wezareta Pêşmergeyê nebin bar, em çekên xwe distînin û bi van çekan tevlî şer dibin. Ji bo em DAEŞê ji herêma Kerkûkê dûr bixin çi hewce bike û çi bikeve ser milên me em ê bikin."
Yezdanpenah destnîşan kir ku hêzên koalîsyonê yên ku ji welatên koalîsyonê hatin em perwerde kirin û wiha axivî: "Em jî hezek in ku li dijî DAEşê şer dikin. Ji bo vê yekê me jî wek perçeyekî ji îttifaqê qebûl dikin û li gor wê miamele dikin."
Ji Fermandarên Pêşmergeyê yê Îranî Ebdullah Mihemed got ku "DAEŞ, rêxistineke dijî mirovahiyê ya hov e" û wiha dewam kir "Ev rêxistin ji bilî serîjêkirin û şewitandina mirovan tu tiştekî nizane. Dema ku DAEŞê cara ewil êrîşî pêşmergeyan kiribû çekên giran di destê wan de hebûn û zêde bûn. Lê digel vê yekê nikaribûn pêşmergeyan têk bibin û ew têk çûn. Ev herêm jî di destê DAEŞê de bûn; lê hêzên pêşmergeyan ev der ji destê DAEŞê xilas kirin."
Aziya Şerîfa ji pêşmergeyên jin jî got ku berxwedana dijî DAEŞê ne tenê wezîfeya pêşmergeyan e, ev ya hemûyan e û wiha xeberda: "Di navbera jin û mêr de tu ferq tune. Ji bo parastina axa welat her du jî karin şer bikin. Em fikra wekî ku jin nikare şer bike qebûl nakin, em vê red dikin. Em jin û mêr milên xwe didin milê hevdu û dijî rêxistina terorê şer dikin."
Mensûbên Partiya Azad a Îranê ji ber ku nikarin vegerin welatê xwe dibêjin ku ew li Iraqê wek penaberan dijîn. Ev kurdên ku ser sînorê Iraqê yê nêzî Îranê dimînin, li dijî êrîşên DAEŞê hewl didin û piştgiriyê didin kurdên iraqî û pêşmergeyan."