NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Urdinê di pêşnûmaya xwe ya ku li endamên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) belav kir da destnîşan kir ku bila Îsraîl vekişe sînorên beriya 1967an. Di pêşnûmayê de hate gotin ku bila dewleta Filistinê ya serbixwe ya ku paytexta wê Qudsa Rojhilate were avakirin.
Di pêşnûmayê de bi destê Filistin û dewletên ereban hin guherîn çêbûn û paşê pêşnûma belavî endamên konseyê kirin.
Li gor pêşnûmayê piştî peymana lihevhatinê divê Îsraîl heta dawiya 2017an ji axa ku piştî hezîrana 1967an dagir kiriye vekişe û divê aliyekî sêyemîn jî avakirina dewleta Filistînê kontrol bike.
Di pêşnûmayê da tê xwestin ku dorpêça li ser Xezeyê were rakirin û deriyên sînor werin vekirin.
Di pêşnûmayê da mijarên din jî ew in ku filistiniyên di girtîgehên Îsraîlê da bên berdan û pirsgirêka avê were çareserkirin.
Nûnerê Daimî yê NYê yê Urdinê Dîna Kawar beriya ku pêşnûmayê bide endamên konseya NYê daxuyanî da rojnamevanan û wiha got: "Biryara dema dengdayînê ya ji bo pêşnûmayê, wê ji hêla serokên Urdin û Filistinê ve were dayîn."
Ji bo ku pêşnûma di konseyê de were qebûlkirin, divê 9 endam piştgiriyê bidin û endamên daimî jî veto nekin. Li gor daxuyaniya DYAyê pêşnûma bi vî halê xwe nayê qebûlkirin.