Li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) çalakiyên newrozê bûn wekî moraldayîn û zêdekirina hêzên pêşmergeyan ên ku li dijî DAEŞê şer dikin.
Kurdên iraqî ji bo ku piştgiriyê bidin pêşmergeyên ku li eniyan li dijî DAEŞê şer dikin, di xeta şer de agirê newrozê gur kirin. Di çalakiyan de stran û helbestên ku pesnê pêşmergeyan didin hatin gotin û sirûd hatin xwendin. Di axaftinan de jî "qehremeniyên" hêzên pêşmergeyan hatin destnîşankirin.
-Li eniyê agirê newrozê
Ji bo ku morala pêşmergeyan baş bikin li Çiyayê Karaçûgê ya li Mexmûrê bi beşdariya gelek kesan pîrozbahiya newrozê hat lidarxistin. Pêşmergeyên ku li Mexmûr û Guwerê şer dikin beşdarî pîrozbahiyan bûn û di pîrozbahiyan de ji bo rêzgirtinê deqîqeyekî li ser piya sekinîn û sirûda neteweyî ya Herêma Kurdistanê xwet gotin.
Fermandarê Pêşmergeyan ê Eniya Mexmûrê Korgeneral Necat Elî di merasimê de axivî û diyar kir dixwazin ku agirê newrozê di nav yekîtî û bihevrebûnê de gur bikin û peyameke xurt bidin dijmin. Elî wiha axivî: "Îro vir pêşmerge, nûnerên partiyên siyasî û welatiyên me hene. Ev hevdîtin nîşan dide ku em yek û hêzdar in. Ev 8 meh in ku rêxistina terorê êrîşê axa me dike. Dijmin bi taybetî gelek êrîşî vê eniyê kir. Lê belê bi piştgiriya gelê Mexmûr û Kurdistanê pêşmergeyên qehreman her car beriya êrîşên wan girtin."
Elî got "Em ji bo ku di nav aştî û aramiyê de bijîn têkoşînê didin" û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Gelê me gelekî sebir kir, pêşmergeyên me gelekî şehîd dan û bi qehremaniyeke muezem rêxistina terorê da seknandin. Heke em li hember hev rêz bigirin û di nav biratiyê de bijîn û di nav yekîtiyê de bibin xwediyê vînekî tenê em dê teqez aştiya mayînde bi dest bixin."
Necat Elî da zanîn ku moral û motîvasyona milîtanên DAEŞê yên li Mexmûr û Guwerê gelekî xirab e lê hêzên pêşmergeyan ji wan çêtir in.
Elî bal kişand ku digel partiyên siyasî yên li herêmê leşkerên DYAyî jî beşdarî pîrozbahiyan bûn. Fermandarên pêşmergeyan di axaftinên xwe de spasiya DYAyê ku bi taybetî ji hewayê piştgirî dide, kirin. Pişt re agirê newrozê hat pêxistin.
-"Newroza parastina pêşmergeyan"
Di çalakiyên newrozê yên li bajarê Silêymaniyê jî hêzên pêşmergeyan bi bandoya leşkerî re merasima raborînê lidarxistin. Çalakî li Salîma kolana navend a bajêr hat lidarxistin. Waliyê Silêymaniyê Dr. Ferîdûn Aso, endamên Polîtburoyê yên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û gelek welatî beşdarî çalakiyan bûn.
Di merasimê de hat diyarkirin ji ber ku bi DAEŞê re têkoşîneke dijwar tê dayîn, hemû pîrozbahiyên îsal dê wekî "Newroza parastina pêşmergeyan" bên lidarxistin. Waliyê Silêymaniyê Aso bi cil û bergên kurdî beşdarî çalakiyan bû, agirê newrozê pê xist û xwest ku di demek kurt de aştî bê herêmê.
Hêzên ewlehiyê darbesta temsîlî ya Pêşmerge Hucam Sûrçiyê ku DAEŞê li Mûsilê serê wî jê kir û pişt re bû sembolek, di dema merasima raborînê de li ser milên xwe birin.
-Şerê bi DAEŞê re nehişt ku pîrozbahî bên lidarxistin
Li Dihok û Helebceya bajarên Herêma Kurdistanê bi heman awayî çalakî hatin lidarxistin. Ji ber ku pîrozbahiyên fermî nehatin lidarxistin, welatî li cihên cuda hatin bal hev û agir pêxistin û piştgiriya xwe ya ji bo pêşmergeyan nîşan dan.
Hikûmeta HKIyê her sal li navendên bajêr û qadan bi beşdariya hezaran kesî organîzasyonên ku çendî roj berdewam dikirin, li dar dixist. Lê îsal ji ber ku di şerê bi DAEŞê re de ji 1000î zêdetir pêşmerge mirin tu merasimên fermî nehatin lidarxistin.