31 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2017
LONDRA
Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump telîmat da ku welatiyên 7 welatên misilman hilnedin Amerîkayê, ev biryara Trump li Îngîltereyê hat protestokirin.
Nivîskarê rojnameya Guardîanê Owen Jones ev protesto organîze kir. Gelek welatiyan jî li ser medyaya civakî vê çalakiyê parvekirin ku bila haya her kesî jê hebe.
Ji bilî welatiyan, hin parlamenterên Kamaraya Awamê û ya Lordan, rêxistinên civakî yên sivîl, stranbêj, werzişvan û hunermend jî beşdarî vê protestoyê bûn û li Londrayê li ber avahiyê Serokwezîrtiyê civiyan.
Di çalakiyê de Serokwezîr Theresa May ji ber ziyareta wê ya Amerîkayê hat rexnekirin. Çalakvanan bertek nîşanî Qralîçeya 2yemîn Elîzabethê jî dan ku wê çima Serokê Amerîkayê Donald Trump vexwendiye Îngîltereyê.
Di xeberdanan da hat diyarkirin Theresa May "bêbextî li gelê xwe kir" û wiha hat gotin: "Li dijî rêvebiriya Trump a neyartiyê divê em di nav hevkariyê da bin."
- "Trump kesekî wisa nîne xalîçeyên sor li ber bên raxistin"
Tim Farronê Serokê Partiya Demokrat a Lîberal daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Ji ber polîtîkayên diparêze qedexeya dide ser welatiyên ji dewletên Îslamê, Trump kesekî wisa nîne xalîçeyên sor li ber bên raxistin."
Farron diyar kir meriv bi serokên dewletan ra dikeve têkilî û pêwendiyan û got lê raxistina xalîçeyan hewce nake.
Farron destnîşan kir sal par DYA hat serdana Îngilistanê, lê divê di vexwendina Trump da ecele nekin.
Aktîvîstê Konseya Ewropayê Bîanca Jagger jî got Trump merivekî li dijî mafê mirovan û kesekî bêedeb e. Jagger wiha axivî:
" Serokwezîra me Theresa May lazime têkiliyên Tony Blaîrê û Bushê serokê DYAyê yê berê ji bîr neke. Têkiliyên Blaîr û Bush jî her dem 'taybet' bûn. Lê di encamê de ka çi bû em jî û hemû dinya jî baş dizane. Serokwezîr May lazim e li dijî Trump baldar be. May bi tenê dibeje 'têkiliyên me yên taybet hene.' Mixabin keseka wiha serokwezîra me ye, ez pê şerm dikim. May lazim e neçe Amerîkayê."
Ji bilî Londrayê li Manchester, Cardîff, Edînburgh, Glasgow, Bîrmîngham û Lîverpoolê jî gelek çalakiyên protestoyê hatin lidarxistin.