Sevim Hatun
12 Nîsan 2016•Rojanekirin: 12 Nîsan 2016
ANKARA
Qralê Erebistana Siûdî Selman bîn Abdulazîz Al Sûûd ser vexwendina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo hin ziyaretên fermî bike, hat Enqereyê.
Qralê Erebistan Siûdî gava ku Serokomar Erdogan ji bo ziyarên fermî bike çû wir, Erdogan li balafirgehê pêşwazî kiribû. Herwiha Serokomar Erdogan jî Qral bi heman awayî li balafirgehê pêşwazî kir.
-Serokomar Erdogan Qral li balafirgehê pêşwazî kir
Balafira taybet a ku Qral Selman pê hat, di saet 16.30an da li balafirgeha Esenbogayê danî. Selman bi nerdewanên elektronîk ji balafirgehê peya bû. Serokomar Erdogan, Qral Selman li balafirgehê pêşwazî kir. Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu û rayedarên din digel Serokomar, Qral pêşwazî kirin.
Erdogan û Qral Selman li ser daxwaza rojnamegeran gel hev wêne kişandin û piştra derbasî Hêwana Rûmetê bûn.
Piştre Serokomar Erdogan û Qral Selman li wesayita meqam siwar bûn û ji Balafirgeha Esenbogayê çûn.
-Qral Selman wê beşdarî 13emîn Zîrveya Îslamê ya Rêxistina Hevkariya Îslamê bibe
Qralê Erebistana Siûdî Selman bîn Abdulazîz Al Sûûd wê piştî hevdîtinên li Enqereyê wê beşdarî 13emîn Zîrveya Îslamê ya Rêxistina Hevkariya Îslamê ya wê li Stenbolê di 14-15 nîsanê da bê lidarxistin bibe.