Kemal Karadağ
03 Tebax 2022•Rojanekirin: 03 Tebax 2022
Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) ragihand ku Razoniya keştiya garis barkirî ya ji Bêndergeha Odessayê ya Ukraynayê derketibû rê û gihîşt Behra Reş a Geliyê Stenbolê wê ji saet 10.00an pê va bê kontrolkirin.
Di daxuyaniya wezaretê da wiha hat gotin: "Razoniya keştiya garis barkirî ya ku duh ji Bêndergeha Odessayê ya Ukraynayê derket rê gihîşt Behra Reş a Geliyê Stenbolê û li mewqiya ku ji bo wê hatiye veqetandin lenger avêt. Ew ê keştî ji saet 10.00an pê va bê kontrolkirin."
Keştiya ku ji Odessayê hat û garis lê barkirî ye, li Tengava Stenbolê aliyê Behra Reş sekiniye
Keştiya Razonî ku ji Ukraynayê bi rê ket û garis lê barkirî ye, wê li Tengava Stenbolê li aliyê Behra Reş were kontrolkirin.
Ji bo alîkariya çareserkirina krîza dexl û den a kurewî di 22yê Tîrmeha 2022yê da di navbera Tirkiye, Federasyona Rûsyayê, Ukrayna û Neteweyên Yekbûyî da belgeya "Hewildana ku Dexl û Den û Xurek ji Lîmanên Ukraynayê di nav Ewlehiyê da werin Sewqkirin" hat îmzekirin. Di çarçoveya belgeyê da keştiya bi navê Razonî ku garis lê barkirî ye û ji Lîmana Odessayê bi rê ket, bi şev gihîşt Tengava Stenbolê aliyê Behra Reş.
Heyeteke ku ji nûnerên Tirkiye, Federasyona Rûsyayê, Ukrayna û NYê pêk tê, wê di Razoniyê da kontrolan bike.
Di encama kontrolê da tê payîn ku keştî wê bi rê keve.
Di çarçoveya "Hewildana ku Dexl û Den û Xurek ji Lîmanên Ukraynayê di nav Ewlehiyê da werin Sewqkirin" da Razonî keştiya ewil e ku ji Ukraynayê bi rê ket, piştî Razoniyê keştiyên din jî wê di çarçoveya korîdorên kifşkirî û usûlan da werin neqilkirin.