NAÎROBÎ
Wezîrê Karên Derve yê Kenyayê Joseph Ole Lenku daxuyaniyek da û diyar kir ku navenda danûstandinê hildane bin kontrola xwe, hemû rehîneyên di destê torîstan de hatin rizgarkirin û operasyon ber bi dawîbûnê ye.
Lenku destnîşan kir ku di êrîşê de 62 kes hatin kuştin, 170 kes jî birîndar bûn û di operasyonên 4 rojî de 11 peywirdar birîndar bûn û 3 milîtan jî hatin kuştin.