Önder Beyter
25 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2017
XUTAYA ROJHILAT
Li Sûriyeyê rejima Esed li Xutaya Rojhilat ku di nava "herêmên aram" da ye û herwiha rejimê bi awayekî yekalî lê agirbest ragihandibû, êrîşan pêk tîne.
Li gorî agahiya ku ji navenda parastina sivîlan a li Xutaya Rojhilat hat wergirtin, firokeyên cengê yên rejimê duh bi şev êrîşî bajarokê Arbînê kirin û di encamê da 3 jê zarok 8 sivîl mirin.

Rejimê dîsa di saet 08.19an da êrîşa asîmanî bir ser bajarokê Zemelkayê.
Li rojhilatê Şamê herêma Xutaya Rojhilat ku di navê da taxa Cobar, bajarokê Eyn Terma û Zemelka hene, 5 sal e di bin dorpêça rejimê da ye.

Ajansa nûçeyan a ûris RIA Novotsî di nûçeyeke xwe ya hefteya borî ku spart Wezareta Parastina Rûsyayê da, ragihandibû ku rayedarên ûris li ser navçîtiya Misirê li Qahîreyê ligel "komên netundrew ên sûriyeyî" rêkeftin îmze kirin. Li ser vê yekê, rejima Beşşar Esed ragihandibû ku êrîşên xwe yên dijî Xutaya Rojhilat bi awayekî yekalî rawestand.
Xutaya Rojhilat di nava 4 herêmên aram ên ku Tirkiye, Rûsya û Îranê di civîna Astanayê ya 3-4ê gulanê da diyar kirin da ye.