13 Adar 2019•Rojanekirin: 14 Adar 2019
Rejima Beşar Esed û komên terorîst ên ku Îran piştgiriyê dide wan li Sûriyeyê êrîşî herêma Turkmendagiyê ya li bajarê Lazqiyeya di nav sînorên "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê" da ye kirin.
Rejim, komên terorîst ên Îran piştgiriyê dide û koma THKP-Acîlciyan a ku serkêşiya wan terorîst Mîhraç Ural dike peymana Soçiyê binpê kirin, bi top û moşekan va êrîşî herêma Turkmendagiyê ya li Lazqiyeyê dikin.
Ji bilî herêma Turkmendagiyê, Cebel Ekrad (Çiyayê Kurmênc), gundên Naciye û Merandê yên li ser navçeya Cîsîr Eş Şuxur û bajaroka Bidamayê jî hedef tên girtin.
Rejima Beşar Esed di mehên dawîn ên sala 2015an da bi piştgiriya Rûsyayê ji sedî 85ê Turkmendagiyê bi dest xistibû. 20 hezar Tirkmen û Erebên li herêmê dijîn mecbur mabûn koçî Tirkiyeyê bikin.
Li Turkmendagiya di destê muxalifan da ye gundên Çumeren, Kelez, Îsapinari, Sallur, Yamadi, Karamanli û çêwligên Zeytîncîk, Cîptoroz û Kalabayê hene.
Rejima Beşar Esed jî duh şev heta serê sibê bi fosfora spî ya ku bikaranîna wê qedexe ye va êrîşî bajaroka Temaniyeyê kiribû. Rejimê ji bejahiyê jî êrîşî herêmên Hireytan, Anadan û Kefer Hamraya li rojavayê Helebê kiribû.
Avahiyê çavderiyê ya balafirên muxalifan daxuyandibû balafirên şer ên Ûrisan êrîşî penaberên kampa li navçeya Seraqîbê kirine. Hatibû daxuyandin di êrîşê da 2 sivîl mirin û 19 sivîl jî birîndar bûn.
Di êrîşên hêzên rejimê yên li ser "Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê" da ji serê salê vir va herî kêm 126 sivîl hatin kuştin û ji 380yan zêdetir sivîl jî birîndar bûn.
Hêzên rejimê û komên terorîst ên ku Îran piştgiriyê dide wan peymana Soçiyê ya ku di navbera Tirkiye û Rûsyayê da ji bo ku agirbesta li Îdlibê xurt bikin hatibû îmzekirin binpê dikin û bênavber êrîşên xwe didomînin.
Di êrîşên hêzên rejimê yên li ser "Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê" da ji serê salê vir va herî kêm 126 sivîl hatin kuştin û ji 380yan zêdetir sivîl jî birîndar bûn.