Şerên Çanakaleyê yên li Girava Gelîboluyê û yên ku 100 sal di ser re derbas bûn, ji bo gelek rojnamegerên çaraliyê dinyayê bû jêdera nûçeyan. Ji bo ku dinyayê ji pevçûnên li Eniya Çanakaleyê agahdar bikin 24 jê biyanî bi tevahî 29 rojnameger xebitîn.
Endama Perwerdeyê ya Beşa Dîrokê ya Fakulteya Ziman, Erdnîgarî û Dîrokê ya Zanîngeha Enqereyê Doç. Dr. Selda Kiliç di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de diyar kir rapor, name, rojnivîsk û wêneyên ku rojnamegerên biyanî û yên ji hundurê welat ên ku Şerên Çanakaleyê şopandin, ji hêla dîroka şer ve pir muhîm in.
Kiliç destnîşan kir ku di Şerê Yekemîn ê Dinyayê de her şexs û rojnameger nikaribû biçe eniya şer û wiha domand: "Rojnamegerên ku xwestin biçin eniya şer 'ruxsatnameya mûxbîran a beşdarbûna artêşê' stendin. Di van rûxsatnameyan de bi hûrgulî qala tabetiyên fîzîkî û yên din ên van kesan tê kirin."
Kiliçê diyar kir di mijara Şerên Çanakaleyê de rojnamegerê ku li eniyê kar kir û herî zêde tê nasîn, Ashmead Bartlettê DYAyî ye û wiha got: "Bartlett di nava sefên Îngilizan de ji destpêkê heya dawiyê şopand."
Kiliçê got ku nûçeyên Bartlett bi hemû hûrguliyên xwe ve di rojnameya Timesê de cih girt û wiha xeberda: "Bi taybetî nivîsara wî ya di makaleya wî ya di roja 19ê Gulana 2015an de dide nîşan ku Şerên Çanakaleyê çiqas bixwîn in." Kiliçê bal kişand ser vê hevoka Barlett: "Ev şer, li welatê dêwan şerekî dêwan e".
Lîsteya der heqê nasnameya peyamnêran a ku Kiliçê da wiha ye:
"Wilhelm Dietrich, Wilhelm Schwedler, Dr. Harry Furnuer, Grunwald, Dr. Karl von Moeller, George Leberhat û Max Hervel (Almanya), Ashmead Bartlett, George Schrazy, George Schreiner, Theron J. Damon û Granovil Rolan Fortesko (ABD), Nielslago Lensquist, Serpel Feurel, H. Hedendahl û Graf Pirjer Morner (Swêd), Victor Spernoga, Dr. Blakon Landauar û Siegfried Geyer (Avusturya), Enrique Dominguez Rodino û Javier Bueno (Îspanya), Henry Alexander Hellsen (Danîmarka), Dr. Stephan Robay (Macaristan), Wanda Zembrzuska (Bulgaristan). Ev 24 biyanî ji bo ku bikaribin li eniyê, şer bişopînin destûr standine. 4 rojnamegerên tirk jî bûne talibê vê wezîfeyê; Ji rojnameya Tasvîr-î Efkar Kalcizade Mehmet Agah Efendî û Ebûziyazade Velîd Bey, ji Ajansa Telgrafa Millî ya Osmanî Huseyîn Kazim Efendî, ji Tanîn Uşakîzade Alî Ekrem Bey."
- Ji qelema rojnamegeran
Doç. Dr. Sela Kaya Kiliçê diyar kir rojnamegerên tirk û yên biyanî yên li eniyê, bi hûrgulî qala qewimînên şer kirine.
Kiliçê balkişand ku Şerên Çanakaleyê di nava gelek zehmetî, dijwarî û tundiyan de derbas bûye û rojnamegerên biyanî jî vê xalê piştrast dikin û wiha berdewam kir: "Ev şer, yek ji wan şerê dîrokê yê herî bixwîn e. Bi taybetî li gorî rojnamegerên biyanî, artêşa Osmanî bi başî miemele bi leşkerên dujmin ên ku dîl ketin destê wan kirine."
Kiliçê bi bîr xist ku der heqê Şerên Çanakaleyê de di nûçeyan de qala kêmasiya techîzatên Artêşa Osmanî tê kirin û wiha xeberda:
"Ligel hemû pirsgirêk û kêmasiyan berxedana leşkerên tirkan û ji hemûyan jî gîrîngtir artêşa Osmaniyan li gorî qencî û rêgezên nezaketê nêzîkê dîlên di destê xwe de bûye û van jî li ser rojnamegerên biyanî tesîreke mezin kiriye. Li Çanakaleyê mirovên me yên ku ji çaraliyê welat hatine, şehîd ketine û li Gelîboluyê di hembêza hev de radizên. Ev jî adeta bûye sembola yekîtiya miletê tirk."