İbrahim Atmaca,Abdullah Tel
04 Adar 2021•Rojanekirin: 04 Adar 2021
Rêvebiriya Joe Bidenê Serokê Amerîkayê belgeya stratejiya ewlehiya neteweyî ya berwext weşand û di belgeya ku nû weşand da bal hat kişandin ku hebûna eskerî ya herî xurt a Amerîkayê wê li herêma Pasîfîkê û Ewropayê be, hebûna eskerî ya li Rojhilata Navîn jî wê bi qasî pêdiviyê were hiştin.
Nêzî 45 rojan e ku Biden dest bi wezîfeyê kiriye û "Rêbera Stratejîk a Ewlehiya Neteweyî ya Berwext" weşand.
Di belgeyê da wiha hat gotin, "Qedera Amerîkayê îro ji berê zêdetir girêdayî bûyerên ku li parzemînên din diqewimin e."
Di belgeyê da hat gotin ku ji şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) bigre heta guherîna îqlim, ji pêşketina hêzên weke Çîn û Rûsyayê ku reqîbê Amerîkayê ne bigre heta netewperestiya ku li hemû dinyayê zêde dibe û heta guherînên teknolojîk, gelek mijar seba Amerîkayê weke tehdîd in, gelek pirsgirêk sînor û dîwaran nas nakin û bela dibin.
Di belgeyê da hat gotin, Amerîka di serî da li dinyayê rejima demokrasiyê hatiye dorpêçkirin.
Di belgeyê da hat daxuyandin ku hêzên kurewî guherî ne, ev guherîn seba Amerîkayê tehdîdên nû çêdikin.
Di belgeyê da hat destnîşankirin ku divê Amerîka şikl û dirûvê bide paşeroja pergala navneteweyî û wiha hat gotin, "Ev kar acil e, lewra normên ku weke bingeha tifaq, sazî, peyman û pergala navneteweyî ku bi alîkariya Amerîkayê hatiye tesîskirin, tên testkirin."
Di belgeyê da çarçoveya pirsgirêkên pergala kurewî hat xêzkirin û hat gotin ku rêvebiriya Biden wê ji bo ewlehiya neteweyî pêşiyê li ser "şirîkatiya li dinyayê û xurtkirina mitefîqan" bisekine.
Hat gotin ku digel xurtkirina tifaqên heyî, tifaqên nû jî wê werin çêkirin û bi taybetî jî wê girîngiyeke mezin bidin parzemîna Amerîkayê.
Di belgeyê da hat gotin ku Amerîka wê li ser mijarên koçberî, ewlehî û tenduristiya Amerîkaya Navîn bisekine, wê bi Kongreyê ra xebat were kirin û ji welatên Amerîkaya Navîn ra 4 milyar dolar alîkarî were dayîn.
- Çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi rêbaza eskerî nîne
Di belgeyê da hat destnîşankirin ku Amerîka wê li Rojhilata Navîn girêdayî ewlehiya Îsraîlê be û wiha hat gotin, "Welatên herêmê û Îran ji bo ku desthilatdarî û yekparetiya axa welatên din tehdîd nekin, têkoşîn wê were dayîn, bi El Qaîde û DEAŞê ra têkoşîn wê were dayîn, ji bo krîzên însanî yên li herêmê piştgiriya Amerîkayê wê were zêdekirin."
Di beşa qala Rojhilata Navîn dikir da wiha hat gotin:
"Ji bo çareserkirina pirsgirêkên li herêmê diqewimin bikaranîna hêza eskerî çare nîne û em ê fersendê nedin wan şirîkên xwe yên ku li Rojhilata Navîn polîtîkayên dijî berjewendî û nirxên Amerîkayê ne. Ji ber vê yekê ye ku me alîkariya Amerîkayê dida êrîşên li Yemenê paşve kişand û piştgirî da hewlên Neteweyên Yekbûyî ku dixwaze bila li Yemenê şer raweste."
Di belgeya hat parvekirin da hat gotin ku Amerîka wê êdî ji bo şerên bêaxirî bi trilyon dolaran pere xerc neke û wiha hat domandin:
"Efxanistan ji bo êrîşên terorê yên li hemberî Amerîkayê tên kirin dîsa jî devera bi ewle nîne û awayek bi pirsgirêk be jî em ê dawî li şerê Amerîkayê yê herî dirêj a li Efxanistanê dom kir, bînin. Em ê li deverên din dijminên xwe biqewirînin, berjewendiyên xwe biparêzin û hêza xwe ya eskerî ya herî xurt jî li herêma Hint-Pasifik û Ewropayê bihêlin. Li Rojhilata Navîn jî ji bo planên rêxistinên terorê serobin kirin û texilkirina êrîşkariya Îranê û parastina berjewendiyên Amerîkayê qasî hewce dike jî em ê hêzên xwe (esker) bihêlin."
Hat gotin ku li Efrîkayê jî ji bo pêşxistina civaka sivîl, aborî û saziyên tenduristiyê wê şirîkatiyên nû bên kirin.
- Di saziyên navneteweyî da ji bo pêşengiya Amerîkayê wê hewl bê dayîn
Di belgeyê da hat gotin ku Amerîka tevlî îtifaq û şirîkatiyê wê girîngiyê bide hevkariya navneteweyî û mijara guherîna av hewayê di serî da ji bo çareserkirina pirsgirêkên gerdûnî jî di saziyên navneteweyî da wê bo pêşengiya Amerîkayê hewl bê dayîn.
Hat ragihandin ku di pêvajoya nû da berî bikaranîna hêza eskerî wê serdestiya dîplomasiyê bê ceribandin û ji bo parastina berjewendiyên Amerîkayê û parastina neteweyî wê artêş êdî awayek maqûl û rêzkarî bê emilandin.
- Di bikaranîna butçeya parastinê da guherîn
Di belgeyê da hat destnîşankirin ku di bûtçeya parastinê da êdî ewilî wê girîngiyê bidin esker û malbatên wan.
Li Amerîkayê dema her serok dest bi kar dike belgeya stratejiya ewlehiya neteweyî diweşîne.