11 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2017
NEW YORK
Donald Trumpê ku dê di 20ê Çile de serokatiya DYAyê ji Obama dewir bigire da rexne li rêvebiriya Obama girt û got ku wan rêxistina terorî DEAŞ derxistiye holê.
Trump li New Yorkê civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir îddiayên der barê Rûsya li ser jiyana wî ya taybet û rewşa wî ya malî xwedî agahî ye ji aliyê saziyên îstixbarata Emrîkayê ve hatine belavkirin.
Trump got îddiayên wisa "xeberên derew" û "dijminane" ne û ji aliyê însanên nexweş ve hatine lihevanîn û wiha axivî: "Ev tiştên beredayî kî dizane belkî ji aliyê derdorên îstixbaratê ve hatine belavkirin. Eger wisa be dê lekeyeke mezin li xwe bidin."
Li ser îddiayên Rûsyayê Trump destnîşan kir ku tu têkiliya wî bi Rûsyayê re tuneye û nizane ka dê bikaribe bi vî welatî re derbas bike yan na lê dê biceribîne. Trump hezkirina Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn jî wek hêjayiyekê nirxand.
Trump wiha got: "Ma hûn bawer dikin ku Hillary li hemberî Pûtîn ji min çetîntir be? Bi rastî jî kes bawer dike? Rêvebiriya niha ya Emrîkayê DEAŞ derxistiye holê. Rûsya di şerê li dijî DEAŞê de wê arîkariya Emrîkayê bike."
Herwiha Trump got ku Rûsya li pişt mijara hackirinê ye û ev anî ziman: "Lê fikrê min ew e ku hin kes û welatên din jî di nav vê mijara hackkirinê de hene."
- Heqê gotinê neda CNNê
Di esnayê civîna çapemeniyê de aciziya xwe ya di mijara "xeberên bêbingeh" dubare kir û îddiayên ku Rûsyayê belgeyên bidizî yên der heqê Trump de bidest xistiye derew derxist. Trump, BuzzFeed bi tundî rexne kir ku ev îddia aniye rojevê û CNNa ku ev îddia belav kiriye jî bi zimanekî hişk rexne kir.
Trump hewla wergirtina heqê gotinê yê nûnerê CNNê red kir û li ser gotina peyamnêrê CNNê "Hûn li vir der barê me de hin îddiayan tînin ziman lê heqê gotinê nadin me" wiha cewab da: "Tu xebera derew û bêbingeh î. Xwe mekroh neke."