28 Sibat 2017•Rojanekirin: 01 Adar 2017
SILÊMANÎ
Fermandeyê Giştî yê Hêzên Pêşmerge yên 70ê Cafer Şêx Mistefa ku yek ji endamê şandeya Serokê Herêma Kurdistanê bo Konferansa Munîhê bû der bar naveroka civîndan de got: "Ji bo me ya giring ew bû ku emrîkiyan careke din piştgiriya îdareya nû bo kurdan û hêza Pêşmerge dubare kir. Wan xwe wek deyndarê Pêşmerge û xelkê kurd binav dikir. Wekî din der barê pirçekkirina Pêşmerge de berdewamiya arîkariyê bo kurdan de jî piştgiriya xwe teqez kirin. Ewan got em di şerê li dijî DEAŞê û piştî DEAŞê de jî Pêşmerge bi tenê nahêlin. Almanya, Îtalya û dewletên din jî bi heman awayî berdewamiya piştgiriya xwe anîn ziman."
Şêx Mistefa, naveroka dîdarên Barzanî digel serkirdeyên cîhanê, seredana Tirkiyê û metirsiyên piştî DEAŞê li ber Pêşmerge ji bo peyamnêrê Ajansa Anadoluyê şirove kirin.
Şêx Mistefa bibîr xist ku şandeya wan di serokatiya Mesûd Barzanî de bûye ji her aliyî ve ehemmiyeteke baş dîtiye, ewî wiha agahî dan:
"Almanyayê jî û welatên din jî giringî dan me. Me ji 23 dîdaran zêdetir bi serokwelat, serokwezîr, wezîrê bergiriyê, parlamenter, senator û cîgirê serokan re kir. Di nav van de hevdîtinên Cîgirê Serokê Emrîkayê, Wezîrê Bergiriyê, 20 senatorên wê, Serokwezîrê Tirkiyê, Serokkomarê Fransayê, Wezîra Bergiriya Almanyayê û yê Îtalyayê gelekî muhîm bûn."
- "Seredana Barzanî bo Tirkiyê pir bi dilê min e"
Li ser naveroja civînan û sozên ku hatiye dayîn jî wiha dewam kir:
"Ji bo me ya giring ew bû ku emrîkiyan careke din piştgiriya îdareya nû bo kurdan û hêza Pêşmerge dubare kir. Wan xwe wek deyndarê Pêşmerge û xelkê kurd binav dikir. Wekî din der barê pirçekkirina Pêşmerge de berdewamiya arîkariyê bo kurdan de jî piştgiriya xwe teqez kirin. Ewan got em di şerê li dijî DEAŞê û piştî DEAŞê de jî Pêşmerge bi tenê nahêlin. Almanya, Îtalya û dewletên din jî bi heman awayî berdewamiya piştgiriya xwe anîn ziman."
Şêx Mistefa, li ser ziyareta Barzanî bo Tirkiyê jî nêrîna xwe wiha anî ziman: "Ev seredan û civîn hemû baş in. Herêma me di şerekî mezin de ye. Herwiha berberiyên din jî hene. Şerê Tirkiyê li dijî PKKê û li Sûriyê, hemû babetên guftûgoyê ne. Herêma Kurdistanê jî di vê herêmê de ye û ne li derveyê van probleman e. Divê di çareseriya probleman û raxistina rastiyan li ber çavan de rolekê bilîze. Dilê min bi van seredanan gelekî xweş e û ev cihê hêviyê ne. Li gor demên berê gelekî ferq heye."
Şêx Mistefayê ku di demên berê de Wezîrê Pêşmerge jî bû, di behsa qonaxa piştî şerê DEAŞê de jî got:
"Em nizanin dê piştî DEAŞê rastî çi tehdîdê werin. Gelo DEAŞek din durist dibe? Gelo wê deverek şer bifiroşe me û me tehdîd bike? Rûdan û aloziyên herêmê wisa didine diyarkirin ku piştî DEAŞê jî dê tiştekî din derkeve holê. Îdî ev ji aliyê hikûmeta Iraqê ve dibe yan ji aliyekî din ve em nizanin."
Di xala Heşda Şebî de jî pê de çû:
"Dema ku em qala Heşda Şebî jî bikin, ew niha bûye hêzeke Artêşa Iraqê. Eger ji wê tehdîdek were, tê wê me'neyê ku hikûmeta merkezî metirsiyê li ber me durist dike, ne Heşda Şebî. Ew hêzên fermanê bicih dikin ne ku biryarê didin. Lê em bi tu awayî rê nadin ku li Herêma Kurdistanê hêzeke din a çekdarî durist bibe. Lewra pêwistiya herêmê bi hêzeke din tuneye."