04 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2015
BAKU
Rûsyayê li gor berjewendiyên xwe piştî Ukraynayê ji bo Tirkiyeyê jî "xeberên Pravdayê" ya sîstema propagandayê ya ku ji dema şerên sar mabû xiste dewrê.
Ji avakirina Yekîtiya Sovyetan vir da rojname wek amûrên "propagandaya ji bo civakê, ajîtasyon û organîzatoriyê" tên bikaranîn. Medyaya sovyetan li ser vê hatibû avakirin û di mijarên polîtîka, aborî, çandî û îdeolojîk yên dema şerê sarê da wek çek dihat bikaranîn.
Ûrisan di dema yekîtiyê da bi rojnameya Pravdayê ya Komîteya Partiya Komînîst va rê nîşanî gel dida li gor berjewendiyên xwe nûçe diweşandin û propaganadaya komînîzmê dikirin. Nivîsên ku di vê rojnameyê da dihatin weşandin li hin civakên pêşketî wek "derewên Pravdayê" dihatin binavkirin.
Federasyona Rûsyayê ya ku dewama sovyetan e îro jî vê kevneşopiyê didomîne.
Rêveberiya Moskovayê tu dibêjî li ser meseyê rûdinê û senaryoyan dinivîse televizyon û rojname jî wan diweşînin.
Çapemeniya Rûsyayê berê digot teyareya Su-24ê sînorê hewayê yê Tirkiyeyê îxlal nekir piştî ku Tirkiye, Amerîka û rêxistinên navneteweyî rapor nivîsîn ku sînor hatiye îxlalkirin nika qet wê îdiaya xwe nayne rojevê.
- Derewa Pravdayê ya ewil
Çapemeniya Rûsyayê ji bo îxlakirina sînor ji bîrê bibe dest bi nivîsandina senaryoyan kir û ji bo ku bala gelê Tirkiyeyê û Rûsyayê bikişîne mijara sernava "Bîlal Erdoganê kurê Serokomar Erdogan bi DAEŞê ra ye" avêt. Di kanala fermî ya Rûssiya 24ê û lifenews.ruyê wêneya Bîlal Erdogan û çend kesên birû weşandin.
Lê belê di demeke kin da eşkerebû ku kesên birû yên li cem Bîlal Erdogan birayên Kamber ê li Stenbolê xwediyê loxanteyekê ne.
- Derewa Pravdayê ya 2yan
Di vê pêvajoyê da Sputnîka ajansa xeberan a Rûsyayê di xebera xwe da nivîsî ku Balyoz Jean Baptîste Matteiyê Nûnerê Daîmî yê NATOyê yê Fransayê gotiye ku "Tirkiyeyê derbeyek li operasyonên ku li djî DAEŞê tên kirin xist". Matteî diyar kir ku ev xeber bitevahî derew e.
Matteî wiha got: "Min nûçeya Sputnîka ajansa xeberan a ku tê da dibêje ku min di Konsêya NATOyê da der heqê Tirkiyeyê da sert xeber daye û ez şaş metel mam. Li gor vê xeberê min gotiye ku 'Tirkiyeyê derbeyek li operasyonên ku li djî DAEŞê tên kirin xist'. Ev tiştên ku Sputnîkê weşand ji serî hetanî binî derew in."
- Derewa Pravdayê ya 3yan
Putîn diyar kiribû ku li ser teyareya ku hat xistin nîşana Rûsyayê hebûye ji ber vê jî nemimkun e ku nizanibin teyare ya kê ye.
Paşê dîmen derketin holê ku nîşanên li ser teyareyên ku di ser sivîlan da bombeyan dibarînin hatine girtin an jî jê hatine birin.
- Derewa Pravdayê ya 4an
Çapemeniya ûrisan ji bo ku piştgiriyê bidin rêveberiya Moskovayê her tim di weşanên xwe da bal kişandin ku ev operasyon li Sûriyeyê li dijî DAEŞa rêxistina terorê ye. Hat dîtin ku ji sedî 80yî ciyên ku Wezareta Parastina Rûsyayê eşkere dike DAEŞ tune. Jixwe gelek caran DYA û YEyê hişyarî dabûn ûrisan ku bira êrîşan nebe ser mixalifan bira bibe ser DAEŞa rêxistina terorê.
- Derewa Pravdayê ya 5an
3 leşkerên payebilind ên li Wezareta Parastina Rûsyayê îdia kirin ku DAEŞ ji ser Tirkiyeyê ra pêtrolê difroşe, di nexşeyên ku xêz kirin da rêyên sewqiyatê nîşan dan.
Li gor nexşeyê wesayîtên ku pêtrol barkirî ne ji Qamişlo û Bakurê Helebê tên Tirkiyeyê. Lê belê herêmên ku nîşan dabûn di destê rejima Esed û hêzên YPGyê da ne.
Rûsyayê îdia kir ku ji Dêrazor û Qamişloyê pêtrol tê Batmanê. Lê belê bajarê Qamişloyê ji serî vir da di destê rejima Esed û PYDya şaxa PKKyê ya Sûriyeyê ya ku ûris piştgiriyê didin da ye.
Rêya din a ku nîşan didin ku tankêrên pêtrolê tê ra derbas dibin jî xeta Reqa-Efrîn-Hatayê ye ew jî di destê YPGyê da ye.
Medyaya Pravdayê ji bo ku piştgiriyê bidin daxuyaniya rayedarên Rûsyayê û îdiayên wan piştrast bikin bi kesekî ku li Qahireya bajarê Misrê dijî ra hevpeyvîn kirin û gotin ku ji fermandarekê Artêşa Sûriyeya Azad e û gotinên ku Tirkiyeyê sûcdar dikin weşandin.