İbrahim Atmaca
24 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2018
MOSKOVA
Wezareta Karên Derva ya Rûsyayê ragihand ku Amerîkayê li herêma kêmkirina rageşiyê ya li başûrê rojavayê Sûriyeyê berpirsyariya xwe bi cih neaniye.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji wezaretê hat dayîn, hat bibîrxistin ku piştî axaftina li ser têlefonê ya Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mike Pompeo, Amerîkayê Rûsya sûcdar kir.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku Amerîkayê Rûsya sûcdar kir ku li herêma kêmkirina rageşiyê ya li başûrê rojavayê Sûriyeyê berpirsyariya xwe bi cih neaniye û wiha hat gotin:
"Em dixwazin bêjin ku di rastiyê da rewş berevajiyê vê yekê ye. Çend meh in li herêma kêmkirina rageşiyê ya başûrê rojava ji bo ku mixalifên netundraw ji DEAŞ û El-Nusraya rêxistinên terorê ji hev veqetin, Washingtonê tu tiştek nekir."