12 Adar 2016•Rojanekirin: 12 Adar 2016
HELEB
Hat ragihandin ku balafirên şer ên ûris ên ku peymana agirbesta qismî ya berwext a li Sûriyeyê ya ji bo dawîlêanîna pevçûnan îxlal kirin û li Salîhiyîna taxa Helebê ya di bin kontrola mixalifan de xistin.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê ji rayedarên parastina sivîl bi dest xistin jetên ûris êrîşî cih û waran kir, di êrîşê de 10 kesên ku di nav wan de jin û zarok jî hene mirin û 15 kes jî birîndar bûn.
Rayedaran dan zanîn ku di encama bombebaranê de avahiyeke 6 qatî tep bû ekîbên parastina sivîl hewl didin ku du malbatên ku di bin enqazê de mane derxînin.
Rayedaran dan zanîn ku birîndar rakirin nexweşxaneyên sehrayê, balafirên ûris taxên Merce û Ma'adiyê û rêya Kastelloyê ya bajêr û navçeya Etarîbê ya li rojava bombebaran kirin.
Li Sûriyeyê peymana rawestandina pevçûnan a qismî û wek berwext e ya ku di 27ê sibatê ji saet 00.00an pê ve ket meriyetê û hêzên rejimê û Rûsya vê peymanê îxlal dikin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) da zanîn piştî ku agirbest ket meriyetê pê ve 477 îxlal hatin tespîtkirin.