ŞANLIURFA
Ji sûriyeyiyên ku ji ber şerê navxweyî yê welatê xwe revîn û hatin Tirkiyeyê hin kes, di konên ku li herêmên nêzî sînor hatin vegirtin de dijîn. Ji ber germahî û şert û mercên netendûrist ên konan, jiyana penaberan dijwartir dibe.
200 sûriyeyiyên ku ji ber êrîşên hewayî yên hêzên koalîsyona ku serkêşiya wê DYA dike yên ser Girê Spî û Rasûlaynê revîn, niha di konên li ereziyekî vala yê navçeya Akçakaleyê vegirtine de dimînin. Piraniya penaberên li vir jin û zarok in û ji ber germa havînê nikarin di konan de bimînin.
Sûriyeyiyên ku bi alîkariya xêrxwazan debara xwe dikin, ji bo Tirkiyeyê ji wan re deriyên xwe vekirin spasiya wê dikin.
- "Ev der ji bo me ewle ye"
Zable Eyyubê sûriyeyî ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ew 15 roj berê ji ber şer revîn û hatin Tirkiyeyê û wiha dewam kir: "Me digel 60 malbatan li vir bi betaniyan ji xwe re kon ava kir. Di hin konan de 3 malbat bi hev re dimînin. Di rojên dawîn de hewa zehf germ bû. Xwarinên ku didin me ji ber germê zû xirab dibin. Germahî zorê dide me lê em dîsa jî ji halê xwe ra şikir dikin; lewra em li Tirkiyeyê bi ewle dijîn."
Emîne Sayfê jî wiha got: "Li sûriyê ji hemû aliyan ve dengê bombeyan dihat. Şikir li vir em di ewlehiyê de ne. Înşallah şerê li welatê me bi dawî bibe û emê vegerin welatê xwe."