Buğrahan Ayhan
17 Cotmeh 2025•Rojanekirin: 19 Cotmeh 2025
Rêveberê Giştî yê Parastin û Ewlekariyê yê Wezareta Parastina Neteweyî Korgeneral Îlkay Altindag, bi şandeyekê ra li Şamê bi Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Tumgeneral Murhef Ebû Qasra ra civiya.
Di parvekirina li ser hesabê NSosyalê yê Wezaretê da hat gotin ku "Rêveberê Giştî yê Parastin û Ewlekariyê yê Wezareta Parastina Neteweyî Korgeneral Îlkay Altindag, bi şandeya pê ra çû Şamê û bi Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Tumgeneral Murhef Ebû Qasra ra li ser mijarên parastin û ewlekariyê gotûbêj kirin."
Di parvekirinê da dîmenê serdanê jî hat weşandin.