ERBÎL
Hat diyarkirin ku malbatên şebek, ji ber geflêxwarinên rêxistina "Dewleta Îslamê ya Iraq û Şamê" ku bi El-Qaîdeyê re têkildar e, ji Misûlê direvin.
Li gorî agahiyên Ewlekariya Misûlê, di 2 rojan de 4 mirovên şebek hatin kuştin. Destûrmendekî ji Ewlekariya Misûlê ji AAyê re daxuyand ku rêxistina "Dewleta Îslamê ya Iraq û Şamê", li taxên ku malbatên şebek lê dijîn belavokên geflêxwarinê belav kirine û di belavokan de wiha hatiye gotin: "Em 'Dewleta Îslamê ya Iraq û Şamê' li hemberî kuştina suniyên li Bexda û Diyalayê ji bo tolhildana wan em ê Rafiziyan (şîî) bikujin. Em 3 rojan destûrê didin wan ji bo ku bajarê Nînovayê biterkînin."
Belavkirina belavokan li taxên ku malbatên şebek lê dijîn bû sedema xelxeleyê û di nava vê heftiya dawî de 300 malbatên şebek ji ber fikarên ewlehiyê ji Misûlê bar kirin.
Berdevkê şebekan û Endamê Meclisa Misûlê yê berê Kusey Abbas, diyar kir ku belavkirina belavokan li taxên ku malbatên şebek lê dijîn bû sedema xelxeleyê û di nava vê heftiya dawî de 300 malbatên şebek ji ber fikarên ewlehiyê ji Misûlê bar kirin.
Serokê Konseya Şebekan Salim Xidir, da zanîn ku di mehên tîrmeh û tebaxê de 15, ji dema hilweşîna rejîma baas ve hezar û 239 kesên şebek hatin kuştin û wiha dewam kir: "Heke Hikûmeta Iraqê li me xwedî dernekeve û rewşa me ber bi nebaşiyê ve here em ê çekan hildin û xwe biparêzin."
Waliyê Misûlê Esîl Nuceyfî, li ser kuştina 4 şebekiyan civînek li dar xist û êrîş wiha nirxand: "Geflêxwarina li şebekan banga felaketê ye. Ev kirina ku dê di nav me de bibe sedema pirsgirêkeke mezin, sûcê binpêkirina mafê mirovan e. Hin kes dixwazin di nav gel de fitnê geş bikin. Divê rê ji van re neyê dayîn."
Serjimara şebekan li Iraqê bi qasî 400 hezarî ye û piranî li Misûlê û li bajarên derdorê dijîn. Şebek, ji mezhebê şîîtiyê ne û zimanê wan nêzîkî kurdiya kurmancî ye.