Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê Xalid Ezîzî îdia kir ku sedema aloziya li Rojhilata Navîn polîtîkayên rejima Îranê ne û got: "Sedema bingehîn a aloziya li Yêmen, Sûriye, Lubnan û Iraqê polîtîkayên rejima Îranê ne. Îran şiiyên ku li welatên kendavê bi kar tîne û dixwaze ku bi vî awayî aloziyê derxîne."
Ezîziyê ku xebatên xwe yên siyasî li Hewlêrê berdewam dike daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û parast ku Îran dixwaze ku li Rojhilata Navîn şerê mezhebî derxîne û bi vî awayî pirsgirêkên xwe veşêre. Ezîzî wiha axivî:
"Îran dixwaze ku hestên şiiyên ku li welatên din dijîn ji bo siyaseta xwe bi kar bîne. Îran dixwaze ku vê empozeyî şiiyan bike: 'Heke em nebin dê sunî qira we bînin.' Lê belê li gor me heke Îran nebe dikarin pirsgirêkên sunî û şiiyan bi awayekî medenî çareser bikin. Îran ji bo ku pirsgirêkên xwe yên navxweyî veşêre şerê şiî û suniyan tehrîk dike."
Ezîzî destnîşan kir wekî di bûyerên ku li Mehabada bajarê kurdan diqewimin de tê dîtin, gelê Îranê li hember rejima heyî bi hêrs e û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ez wisa difikirim ku dê bûyerên wekî bûyerên Mehabadê zêde bibin. Îran dê bêtir bi pirsgirêkên ewlehiyê re rû bi rû bimîne û dê wir qeyranên cidî biqewimin. Îran dixwaze ku xwe wekî welatekî aram û biîstiqrar nîşan bide. Rastî jî gelek cuda ye."
- Rewşa kurdên îranî
Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê Xalid Ezîzî got ku birêvebiriya Tehranê daxwazên kurdan bi rêbazên şidet û milîtarîst binpê bike û ev gotin:
"Kurd ev 36 sal in ku li dijî Komara Îslamê ya Îranê têkoşînê didin. Lê belê hikûmeta Îranê mafê kurdan qebûl nake. Ji ber vê yekê gel li hember rejimê gelekî hêrs e û di vê de jî mafdar e. Dema geşedaneke ku bikaribin vê hêrsa xwe bidin der derdikeve, gel hema dadikeve kolanan. Bûyerên Mehabadê jî derfet da gel ku vê hêrsa xwe bide der. Gelê kurd bi xwepêşandanan xwest ku daxwazên xwe bîne rojevê. Ez wisa bawer dikim ku ev çalakî ketin rojeva çapemeniya dinyayê jî."
Ezîzî diyar kir ku li Îranê jî mafê grev û xwepêşandanê heye lê belê qanûn ji aliyê hêzên rejimê ve bi keyfî tên tetbîqkirin û got ji bo ku Îran li hember mafên kurdan û gelên din bi maqûlî tevbigere û berpirsyariyê bigire ser sitûyê xwe divê zexta navneteweyî bê kirin.
- "Îran mecbûr e ku bi kurdan re diyalogê dayne"
Ezîziyê serokê partiya kurdan a di sirgûnê de got dixwazin ku pirsgirêkên xwe yên bi Îranê re çareser bikin lê belê hikûmeta Tehranê heta niha pêngavên baş neavêtin. Ezîzî bi bîr xist ku Îran di rabirdûyê de ji bo muzakereyê bangî serokên wan Ebdûrrehman Qasimlo kir û ew kuşt û wiha axivî:
"Dîsa jî heke li Îranê birêvebirên ku maqûl û realîst difikirin hebin, em her dem amade ne ku hevdîtinê bikin. Kurd li Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê gelekî pêş ketin lê belê li Îranê tu pêşketin çênebû. Îran nikare vê rewşê bêtir bide berdewamkirin û mecbûr e ku bi kurdan re diyalogê dayne. Bûyerên Mehabadê jî nîşan dan ku rejima Îranê pirsgirêka kurdan nikare paş ve bixe û paşguh bike. Divê rûnê û bi kurdan re biaxive."