Hemin Hüseyin
14 Hezîran 2017•Rojanekirin: 14 Hezîran 2017
HEWLÊR
Endamê Mekteba Siyasî û Berpirsê Têkiliyên Derve yê YNKyê Se'dî Ehmed Pîre ragihand ku digel PDKyê li hev kirine ku Parlamentoya Kurdistanê bi heman serokatiyê were çalakkirin.
Se'dî Pîre li navenda partiya xwe ya li Hewlêrê civîna çapemeniyê li dar xist.
Pîre diyar kir ku ewan digel PDKyê biryar daye ku Parlamento were aktîfkirin.
Der barê serokatiyê de got ku dê heman rêveberî rûniştina ewil veke û piştre bi projeyeke guncan dê rêveberiya nû were hilbijartin.
Pîre nirxandina xwe ya li ser referandûmê jî wiha kir:
"Ji bo hilbijartina referandûmê tu kêşeya me ya qanûnî tuneye. Xelk dikare nûnerên xwe hilbijêre da ku projeya wan bigihîne armancê. Ya me problema siyasî ye ne yasayî. Dê heyetek were destnîşankirin da ku her demê bi iraqiyan, partiyên siyasî, welatên cîran û Ewropayê re têkiliyan deynin û seredanê bikin."