Şerê di navbera rêxistina terorê DIŞÎ û hêzên kurdan de li Kobanêya navçeya Helebê didome.
Şerê ku hema hema du mehe dewam dike, hin caran kêm dibe û hin caran jî gur dibe. Şer niha zêdetir li aliyê başûrê Kobanêyê dewam dike.
Ji herêmê dû bilind dibe, dengê guleyên hawanê jî tên. Li navçeya Sirûcê jî şerê nêzîkî sînor baş tê dîtin.
Balafirên şer ên koalîsyonê yên ku serkêşiya wan DYA dike jî wek her car li herêmê ji bo kifşê difirin.
Tevdîrên ewlehiyê yên li ser sînor jî dewam dikin.