Haydar Şahin
21 Sibat 2018•Rojanekirin: 21 Sibat 2018
ANKARA
Li gor lêkolîna "Projeksiyonên Serjimarê, 2018-2080" ya Saziya Îstatîstikên Tirkiyeyê (TUÎK) tê texmînkirin ku di sala 2040î da serjimara Tirkiyeyê ew ê ji 100 milyonî zêdetir be.
TUÎKê encamên lêkolîna "Projeksiyonên Serjimarê, 2018-2080" weşand.
Ji ber encama guherînên ku di van salên dawîn da li Tirkiyeyê qewimîn hin hewcedarî derketin holê û li gor polîtîkaya revizyonê ya saziyê projeksiyonên serjimarê hatin tezekirin.
Li gor vê, encama Sîstema Qeyda Serjimarê ya Li Gor Navnîşanê (ADNKS) ya 2017an wekî bingeh hat qebûlkirin û li ser vê senaryoyeke sereke û senayoya li gor welidandinê û ya li gor koçê hatin amadekirin. Di van projeksiyanan da wisa hesibandin ku nîşaneyên demografiya nika ew ê dewam bikin û li gor vê encam hatin amadekirin.
Li gor projeksiyona TUÎKê heke nîşaneyên demografiya nika bi vî awayî dewam bikin, serjimara Tirkiyeyê ya ku li gor encamên ADNKSa 2017an 80 milyon û 810 hezar û 525 kes in ew ê di sala 2023yan da bigihêje 86 milyon û 907 hezar û 367 kesan, di sala 2040î da jî bigihêje 100 milyon û 331 hezar û 233 kesan.
Serjimarê hetanî sala 2069an zêde bibe û bigihêje 107 milyon û 664 hezar û 79 kesan û derkeve asta herî zêde. Li gor texmînan serjimarê ji wê salê pê va dest bi daketinê bike û serjimara welêt di sala 2080yî da dakeve 107 milyon û 100 hezar û 904 kesan.
- Serjimara Stenbolê ew ê di sala 2023yan da bigihêje 16,3 milyon kesî
Wekî mayîn di sala 2023yan da li gor encamên ADNKSa 2017an, serjimara 68 bajaran ew ê zêde bibe û ya 13 bajaran jî kêm bibe. Rêza 5 bajarên ku serjimara wan herî zêde ne jî ew ê neguhere. Li gor vê di sala 2023yan da serjimara Stenbolê ew ê bigihêje 16,3 milyonî, ya Enqereyê bigihêje 6,1 milyonî, ya Îzmirê bigihêje 4,6 milyonî, ya Bursayê bigihêje 3,2 milyonî, û Antalyayê jî bigihêje 2,7 milyon kesî.