Merve Yıldızalp,Mümin Altaş
19 Mijdar 2024•Rojanekirin: 19 Mijdar 2024
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Li Xezeyê metirsiya birçîbûnê li gorî polkirina navneteweyî gihîştiye asta "bobelatê".
Serokomar Erdogan di çarçoveya Lûtkeya Lîderên G20ê ya li Brezîlyayê da di rûniştina "Giştgiriya Civakî û Têkoşîna bi Xizantiyê ra" da axivî.
Erdogan destnîşan kir ku li cîhanê ku ji her 10 kesan kesek bi birçîbûnê ra micadele dike, hewldanên ji bo bidestxistina "Armancên Geşepêdana Domdar a 2030" ku beriya 10 salan li Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî hatin qebûlkirin, hê jî encamên ku dihat hêvîkirin nedane.
Serokomar Erdogan bi bîr xist ku Tirkiye nûnerê wê kevneşopiyê ye ku li kudera cîhanê kesekî xwedan pêwîstî hebe li gorî derfetên xwe bi hewaran va diçe û got, "Gelê wî welatê ku şîara 'dema ku cîranên wê birçî bin ewê jî têr ranezên' qebûl kiriye, ji sala 2015an vir va bi veqetandina ji sedî 1ê dahata xwe ya neteweyî ji bo alîkariyên mirovî di nav "welatên herî xêrxwaz ên cîhanê" da ye."
Erdogan wiha pê da çû:
"Li Xezeyê metirsiya birçîbûnê li gorî polkirina navneteweyî gihîştiye asta bobelatê. Ji sedî 96ê nifûsa Xezeyê, wate zêdeyî 2 milyon mirov nikarin xwe bigihînin xwarinê û ava paqij. Bi zêdebûna êrîşan û nêzîkbûna zivistanê ra, rewşa gelê Xezeyê roj bi roj xerabtir dibe. Weke Tirkiyeyê me zêdeyî 86 hezar ton alîkarî da herêmê û alîkariya me ya ji bo Libnanê 1300 ton derbas kir. Li hemberî karesata mirovî ya li Xezeyê, ez careke din banga agirbesteke lezgîn û mayînde dikim."