Serkan Kaya
18 Îlon 2023•Rojanekirin: 19 Îlon 2023
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan Elon Muskê avakarê Tesla û SpaceXê qebûl kir.
Erdogan ji bo ku beşdarî Lijneya Giştî ya 78emîn a Neteweyên Yekbûyî (NY) bibe, li New Yorkê ye. Erdogan li Mala Tirkan hevdîtinên xwe didomîne.
Serokomar Erdogan Elon Musk qebûl kir. Musk bi kurê xwe ra hat ziyaretê.
Hevdîtin bêyî çapemeniyê pêk hat. Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan, Wezîrê Sanayî û Teknolojiyê Mehmet Fatîh Kacir, Serokê Komîsyona Sanayî, Bazirganî, Vejen, Çavkaniyên Siruştî, Agahî û Teknolojiyê ya Meclisê Mustafa Varank, Serokê Ofîsa Veguherîna Dîjîtal a Serokomariyê Alî Taha Koç jî beşdarî hevdîtinê bûn.
Li gor daxuyaniya ku Serokatiya Ragihandina Serokomariyê da, hevdîtin bêyî çapemeniyê hat kirin, Erdogan ji Musk ra qala pêşketinên qada teknolojiyê yên li Tirkiyeyê, Vîzyona Tirkiyeyê ya Dîjîtal û Stratejiya Hişê Çêkirî ya Neteweyî kir.
Erdogan bi bîr xist, piştî ku Togg li Tirkiyeyê derket piyaseyê, Tesla jî ket bazara Tirkiyeyê û Erdogan ji Musk ra got ku fabirqeya 7emîn a Teslayê li Tirkiyeyê ava bike.
Serokomar Erdogan diyar kir, di çarçoveya bernameya fezayê ya Tirkiyeyê da gavên ku hatin avêtin û gavên ku wê werin avêtin hene û destnîşan kir, dibe ku bi SpaceXê ra jî derfetên tevkariyê derkevin holê. Erdogan Musk dewetî TEKNOFESTa Îzmirê kir.
Erdogan pirtûka xwe ya "Dinyayeke Adiltir Pêkan e" ya versiyona Îngilizî ku bixwe nivîsiye, pirtûka Serokatiya Ragihandina Serokomariyê ya "Reforma NYê: Ji bo Tevkariya Navneteweyî Rêbazeke Nû" ku qala hincetên daxwaza reformê dike, wekî diyarî da Musk. Erdogan ji kurê Musk ra jî topeke fitbolê diyarî kir.