Mehmet Tosun
28 Tebax 2021•Rojanekirin: 29 Tebax 2021
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan hat Qeredaxê û Mîlo Cukanovîçê Serokomarê Qeredaxê bi merasima fermî pêşwaziya Serokomar Erdogan kir.
Ji bo Erdogan li Rezîdansa Serokomariyê ya li Çetinyeyê merasim hat lidarxistin.
Cukanovîçê Serokomar li pêşiya wesatîta meqam pêşwaziya Erdogan kir.
Erdogan û Cukanovîç derbasî dewsa xwe bûn û sirûda neteweyî ya herdu welatan hat lêxistin. Serokomar Erdogan bi Cukanovîç ra selam da qiteya merasimê.
Piştî merasimê herdu Serokomar bi heyetan ra derbasî civînan bûn. Piştî civînan jî civîna çapemeniyê wê were lidarxistin.
Mehmet Nurî Ersoyê Wezîrê Çand û Turîzmê, Mehmet Muşê Wezîrê Bazirganiyê, Fahrettîn Altunê Serokê Ragihandina Serokomariyê, Îbrahîm Kalinê Berdevkê Serokomariyê jî di merasimê da cî girtin.