Ruslan Rehimov
10 Sibat 2022•Rojanekirin: 10 Sibat 2022
Serokomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev Midûrê Giştî yê Baykarê Haluk Bayraktar û Pêşengê Teknolojiya Baykarê Selçuk Bayraktar qebûl kir.
Di 26-29ê gulanê da tê plankirin ku li Azerbeycanê TEKNOFEST were kirin û beriya wê Haluk Bayraktar û Selçuk Bayraktar seba civîna nasandinê li Bakuyê ne û bi Aliyev ra civîn kir.
Selçuk Bayraktar hevdîtina xwe û Aliyev li ser Twitterê daxuyand û wiha got, "Ji bo qebûlkirina wî em spasiya Serokomarê Azerbeycanê Birêz Îlham Aliyev dikin. Kesên ku sebir dikin, ew bi ser dikevin."
Haluk Bayraktar û Selçuk Bayraktar di çarçoveya ziyareta Azerbeycanê da wê Parka Xenîmetan jî ziyaret bikin. Wesayîtên eskerî yên ku di serkeftina Qerebaxê da hatin bidestxistin, li vê parkê tên pêşandin.