Türkan Tosun
24 Adar 2020•Rojanekirin: 24 Adar 2020
Serokwezîrê Kanadayê Justîn Trudeau ji ber ku welatî guh nadin banga ji malê dernekevin hêrs bû û got: "Êdî bes e. Herin malê û ji malê dernekevin."
Piştî ku testa Sophîe Gregoîre Trudeauya jina Trudeau ya Kovîd-19yê pozîtîf derket, Serokwezîrê Kanadayê Trudeau biryar da ku ew 14 rojan li mala xwe di karantînayê da bimîne.
Trudeau li ber mala xwe civîneke çapemeniyê li dar xist û bangî gel kir ku ew ji malên xwe dernekevin.
Serokwezîr Trudeau got ji bo kesên guh nadin banga "ji malê dernekevin" ra divê mueyîde bên kirin û wiha axivî: "Me dîmenê wan kesên ku wisa difikirîn ew têk naçin dît. Êdî bes e. Herin malê û ji malê dernekevin."
Trudeau got ji bo parastina tenduristiya civakê ew ê her tevdîrê bibînin.
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Federal û Ajansa Gel a Kanadayê hejmara kesên vîrusa koronayê bi wan ketiye ji 1298an derkete 2035an, hejmara miriyan jî ji 19an derkete 24an.