Hakan Çopur
30 Nîsan 2026•Rojanekirin: 30 Nîsan 2026
Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku heya peymana nukleerê pêk neyê, dorpêça deryayî ya li ser Îranê dê bidome û wiha got, "Dorpêç hemleyeke pir jîrane ye û ji sedî 100 dixebite. Êdî tu hêzeke wan a eskerî nema. Neçar in ku xwe radest bikin, take tişta ku divê bikin ev e. Hema bêjin 'bes e' ji bo me têrê dike."
Serokê Amerîkayê Trump li Qesra Spî di civîna ezimandina ekîba Artemîs 2yê da pirsên rojnamegeran ên biwarê rojeva Îranê bersivandin.
Trump bal kişand ku ji xeynî peymana ku Îran dê nebe xwedî çeka nukleerî ew ê tu peymaneke din qebûl nekin û wiha got, "Mesafeyeke zêde çûn lêbelê pirsa esil ew e ku ji niha şûnda dê mesafeya ku pêwîst e jî biçin yan na."
Ji bo pirsa ka gelo dorpêça deryayî ya li ser Îranê dê çiqas bidome, Trump bal kişand ku heya peymana nukleerê pêk neyê, dorpêça deryayî dê bidome û wiha dewam kir:
"Dorpêç hemleyeke pir jîrane ye û ji sedî 100 dixebite. Êdî tu hêzeke wan a eskerî nema. Neçar in ku xwe radest bikin, take tişta ku divê bikin ev e. Hema bêjin 'bes e' ji bo me têrê dike. Aboriya wan bi temamî têk çûye."