Önder Beyter
27 Gulan 2019•Rojanekirin: 28 Gulan 2019
Serokê Amerîkayê Donald Trump ligel malbatên welatiyên Japon ku tê îdiakirin di salên 1970 û 1980yan da bi destê sîxurên Koreya Bakur hatibûn revandin hat cem hev.
Li gorî nûçeya ajansa Kyodo, Trump ku ji bo ziyareta fermî ya 4 rojan li paytextê Japonyayê Tokyoyê ye, ligel malbatên welatiyên Japon ku tê destnîşankirin, di salên 1970 û 1980yan da bi destê sîxurên Koreya Bakur hatibûn revandin hat cem hev.
Trump ji bo çareserkirina mijarê sozê hevkariyê da Serokwezîrê Japonyayê Şînzo Abe û wiha destnîşan kir, "Ji bo ku em xizmên we, keçên we, lawên we, dayîkên we bînin malê, em ê bi hev ra bixebitin."
Di hevdîtina ku Abe jî beşdar bû da Trump wiha got, "Ev yek timî di bîra min da ye. Çîrokên wan dilê mirov gelekî dişewitîne."
Ji aliyekî din va jî Abe diyar kir ku ew piştgiriyê didin wê niyeta Trump ku ji bo çareserkirina mijara welatiyên Japon ên revandî, dixwaze bi Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un ra biaxive.
Sakie Yokota ku sala 1977an neviya wê gava 13 salî bû hat revandin, diyar kir ku Trump di warê çarserkirina mijarê da hêvî da malbatên mexdûr. Yokotaya 83 salî got ku baweriya wan bi Trump heye û wiha xeberda, "Di dîrokê da ev cara yekemîn e ku ev geşedaneke berbiçav a ji bo çareserkirina mijarê dibînin. Hêvîdar im hezkiriyên me dê vegerin."
Serokê Japonyayê Şînzo Abe serê vê mehê piştî xeberdana xwe ya bi Serokê Amerîkayê Trump a bi têlefonê daxuyandibû ku ew ligel rêveberiya Koreya Bakur li ser heman qenaetê ne ku mijara welatên Japon ên revandî û kêşeyên dualî çareser bikin. Abe wiha gotibû, "Ji bo çareserkirina mijara welatiyên revandî, ez amade me ku bi Serok Kim ra bi xwe hevdîtinê bikim."
Japonya îdia dike ku di salên 1970 û 1980yan da welatiyên wan bi destê sîxurên Koreya Bakur hatine revandin. Tê îdiakirin, rêveberiya Pyongyangê van kesan, ji bo ku Japonî fêrî îstixbaratvanên ji Koreya Bakur bikin û perwerdeya sîxuriyê bidin wan, diemilîne.
Koreya Bakur sala 2002yan di zîrveyeke li paytext Pyongyangê da hebûna 13 welatiyên Japon ku salên 1970 û 1980yan hatine revandin, qebûl kiribû. Rêveberiya Pyongyangê piştî zîrveyê destûr dabû ku ji van kesan 5 jê vegerin malên xwe, lêbelê îdia kiribû ku 8 welatiyên din ên Japon jî mirine. Japonya pê bawer nake ku ev 8 welatiyên wan mirine û dixwaze ku ev kes jî bên îadekirin.