WASHÎNGTON
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Barack Obama dê di hezîranê de derkeve tûra Ewropayê û dê Polonya, Belçîka û Fransayê ziyaret bike.
Berdevkê Qesra Spî Jay Carney, di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku Obama di çarçoveya îstişareyên ku DYA bi mutefîkên xwe re dike de dê di hezîrana 2014an de biçe Polonya, Belçîka û Fransayê.
Li gorî daxuyaniyê, Obama dê li Warşovaya paytexta Polonyayê hevdîtinên dualî pêk bîne û şûnde dê li gel rayedarên dinê beşdarî merasima ku bi minasebeta 25emîn salvegera kutabûna heyama komunîzmê ya li Polonyayê bê lidarxistin bibe.