Serokê Meclisa Iraqê Selîm el-Cubûrî got ku ew ê di demeke nêz de biçe Tirkiyeyê.
Cubûrî der heqê budçeya 2015an, bûyerên siyasî yên welêt û geşedanên ewlehiyê de li avahiya parlementoyê civîna çapemeniyê li dar xist. Cubûrî li ser derengketina pesendkirina budçeya 2015an jî sekinî û got ku divê partiyên siyasî budçeya sala nû wek "çeka siyasî" bi kar neynin. Cubûrî destnîşan kir ji bo ku Iraq ji qeyrana aborî bifilite, divê hemû alî bibin yek û got ku ji bo dahata welêt zêde bibe, hikûmet û parlemento wê bi hev re plan û xebatan bikin.
Cubûrî pirsên rojnamegeran bersivandin û got ku ew ê di demeke nêz de bi heyeteke ku ji parlementeran pêk tê ve were serdana Tirkiyeyê, lê der barê dîroka ziyaretê de agahî neda.
Mûsûl par 10ê hezîranê de ketibû destê DÎŞIya rêxistina terorê. Cubûrî li ser lêkolînên siyasî, ewlehî û leşkerî yên vê mijarê jî sekinî û wiha axivî:
"Divê partiyên siyasî der heqê ketina Mûsilê de hevdu sûcdar nekin. Komîsyonên ku wê li ser mijarê lêkolînê bikin, divê nebin sedema pevçûna siyasî. Em ê li gor raporên ku komîsyonan der heqê qusûrên sedema qeyrana Mûsûl û Selahaddînê de amade kirin, ceza bidin."