15 Mijdar 2015•Rojanekirin: 15 Mijdar 2015
HEWLÊR
Şingala navçeya Mûsilê ya ku pêşmergeyan ji destê DAEŞê xilas kir, niha navçeyeke wêran û talanbûyî ye.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê yê li herêmê ye Şingala ku lê gelek pevçûn û êrîş çêbûn niha wek bajarekî wêranbûyî ye. Gelek avahî xirab bûne û li ser dîwaran şopa gule û pevçûnan heye.
Wisa xuya dike ku gelê Şingalê yên ku bûne penaber wisa bi hêsanî wê nikaribin vegerin malên xwe. Ji ber ku binesaziya navçeyê xirabe ye, av û ceyran jî tune.
DAEŞ piştî ku ji cihên ku destê wî diçe vedikişe, bombe û mayinan li avahiyan, kargehan û saziyên kamuyê bi cih dike. Piştî ku Şingal bi destê pêşmergeyan hat rizgarkirin, ji bo ku mayin û dafikên bibombe bên dîtin xebat dewam dikin. Ji bo vê pispor bi cihazên taybet ve navçeyê digerin û bihûst bihûst kontrol dikin.
Şingala navçeya Mûsilê ya ku 120 kîlomêtro li rojavayê navendê ye di 3yê tebaxê 2014an de kete destê DAEŞê. Piştî vê bi hezaran êzdiyên kurd malên xwe terk kiribûn û xwe spartibûn çiyayê Şingalê. Pişt re pêşmergeyan rêyeke ewle vekiribû û êzdiyên ku li çiyayê Şingalê asê mabûn xilas kiribûn. Şingal bi operasyonekî ve di 13yê mijdarê de ji hêla pêşmergeyan ve hat rizgarkirin.