Nihat Kavşut
20 Tebax 2018•Rojanekirin: 22 Tebax 2018
ÎSTANBUL
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu ji bona bûyera ku gule berdane Balyozxaneya Enqereyê ya Amerîkayê wiha got: "Di seet 05.30an da bûyereke wiha qewimiye. Hevalên me ji wê çaxê da analîzên teknikî dikin û hewl didin wesaît û kesên di wesaîtê da bûne bibînin. Sedem û hûrgiliyên bûyerê piştî ku êrîşkar hatin dîtin wê eşkere bibe. Heta hemû agahî û hûrgiliyên bûyerê neyên peydakirin rast nîne meriv li ser bûyerê biaxive."
Soylu bi minasebeta Eyda Qurbanê çû serdana Navenda Polêsan ya Halîçê ya Midûriyeta Ewlehiya Beyogluyê.
Di serdanê da Waliyê Stenbolê Vasîp Şahîn û Şaredarê Beyogluyê Ahmet Mîsbah Demircan jî amade bûn.
Wezîrê Karên Navxweyî Soylu li vir daxuyanî da rojnamevanan û ji bona bûyera ku gule berdane Balyozxaneya Enqereyê ya Amerîkayê wiha got: "Di seet 05.30an da bûyereke wiha qewimiye. Hevalên me ji wê çaxê da analîzên teknikî dikin û hewl didin wesaît û kesên di wesaîtê da bûne bibînin. Sedem û hûrgiliyên bûyerê piştî ku êrîşkar hatin dîtin wê eşkere bibe. Heta hemû agahî û hûrgiliyên bûyerê neyên peydakirin rast nîne meriv li ser bûyerê biaxive."