ERBÎL
Li gor encamên nefermî yên hilbijartinên roja şemiyê hatin kirin, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya ku Mesût Barzanî Serokatiya wê dike ji sedî 37.4 ray girt û bû yekemîn. PDKyiyên agahî girtin gelek kêfxweş bûn û vê serkeftinê bi stran û govendê, di kolanên Erbîlê de pîroz kirin.
Di nav de zarok û jin jî PDKyiyên Erbîlî, cil û bergên xwe yên herêmî li xwe kirin û ji bo pîrozbahiyê daketin qadan. Hin PDKyiyan jî erebeyên xwe, bi wêneyên Molla Mûstafa, Serokê HKIF Mesût Barzanî û Serok Neçîrvan Barzanî, xemilandin.
YNK, di hilbijartinan de negihîşt armanca xwe
Hat ragihandin ku, Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) li Silêmaniyê gelek ray wendakir û di rêza duyemîn de jî Goran cih girt.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya li ser malpera fermî ya bi navê PUKê, YNK encama hilbijartinan wek peyamek girîng dinirxîn e.
Di daxuyaniyê de ev agahî cih digrin: "Di serî de ji bo gel bi awayekî aramî beşdarî hilbijartinan bû, em spasiyên xwe pêşkêş dikin. Ev hilbijartin nîşan dide ku li Kurdîstanê demokrasî pêş ketiye. Diviya bû em li hêviya encama dozan û encamên fermî bisekinin. Di dîroka YNKê de encamek wiha nehatiye dîtin. Encamên hilbijatinan wek peyamek girîng tên nirxandin. Em radigihînin dost û hevalên xwe ku perpirsiyarên vê yekê YNK ye."
"Em ji vîna gel re dê rêz bigrin"
Di daxuyaniyê de ev jî hatin diyar kirin: "Dê pisporên kadroya rêvebiriyê û dostên wî derbarê mijarê de lêkolînek berfireh bikin. Ev jî yek ji berpirsiya rêvebiriya me ye. Polîtburoya YNKê, encamên fermî wek vîna gel dê qebûl bike û jê re rêz bigre."
Di vê navberê de berdevkê Polîtburoya YNKê Azad Cundîyanî, da ragihandin ku derbarê heman mijarê de civînek duyemîn, dê bê lidarxistin.