HATAY
Li Hatayê xwarinên herêmî yên wekî xumis, bebeqenûç, mastê hişk û îsotên biguz hene. Ji bilî van xwarinên navdar, şêraniya kundir, kunefe û qedayîf sifrêyên remezanê dixemilînin.
Li kargehên çarşiya dirêj a dirokî li ser sacan qedayîf tên sorkirin piştre şerbeta kelandî li ser digerînin û didin ber welatiyan. Her wiha kundiren tirşê jî ji bo bibe şêranî çend rojan tên amadekirin. Ji ber ku di şêraniya kundur de rûn tuneye, di fitarê de bi rihetî tê xwarin û gelek di rewacê de ye. Ji ber rojiya remezanê çarşiya dirêj a Antakyayê ya dirokî gelekî qerebalix e.
Hosteyê Qedayîfê Goksel Kunefecî der barê çêkirina qedayîfê de agahî da nûçegihanê AAyê û got ku qedayîf ji bo rojane bê xwarin tê çêkirin û her wiha ji bo kunefeyê jî got ku kunefeya ku bi qeymax, guz û şekrê hur tê çêkirin di nava rûn dê tê sotin û di remezanê de gelekî tê xwarin.
Hosteyê şêraniya kundiran Mehmet Kaya jî der barê şêraniyê de got ku ji ber ku şêraniya kundira di nava rûn de nayê sorkirin sivik e û mirov pê naêşê.