Haydar Şahin
06 Nîsan 2018•Rojanekirin: 07 Nîsan 2018
WASHINGTON
Qesra Sipî diyar kir ku Donald Trumpê Serokê Amerîkayê û Şêx Temîm bîn Hemîd Al Saniyê Mîrê Qeterê ew ê di 10 nîsanê da li Qesra Sipî Werin bal hev.
Di daxuyaniya Qesra Sipî da hat destnîşankirin ku ew ê di hevdîtinê da li ser pêşxistina têkiliyên di navbera herdu welatan da, ewlekariya hevpar û pêşxistina mijarên aborî biaxivin û gavên hewce dikin binirxînin.
Trumpê herî dawîn bi Mihemed bîn Selmanê Mîrzeyê Welîehd ê Erebistana Siûdî ra li Qesra Sipî hatibû bal hev û der barê polîtîkayên li ser Rojhilata Navîn da bi Riyadê ra nêzî hev bibû. Tê gotin ku hevdîtina Trump û Mîrê Qeterê ew ê hem li ser polîtîkayên Kendavê hem jî li ser geşedanên li Sûriyeyê bi tesîr be.