Ekip
31 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 01 Sibat 2018
TBMM
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bekir Bozdag, der barê Operasyona Çiqlê Zeytûnê de got: "Sînorê vê operasyonê herêma Efrînê ye. Me qet negot dema ku ev operasyon gihîşt hedefa xwe Tirkiye wê li vir bisekine. Navê vê operasyonê, hedefa wê ev e. Ji bo vê operasyonê sînor ev e. Lê weke Operasyona Mertalê Feratê operasyonên ku wê li ser Minbic û rojhilata Feratê werin kirin, ev operasyonên cuda ne."
Bozdag, li Komîsyona Navxweyî ya Meclisê der barê hin mijarên di rojevê de daxuyanî da.
Li ser hedefên Operasyona Çiqlê Zeytûnê Bozdag wiha agahî da:
"Sînorê vê operasyonê herêma Efrînê ye. Me qet negot dema ku ev operasyon gihîşt hedefa xwe Tirkiye wê li vir bisekine. Navê vê operasyonê, hedefa wê ev e. Ji bo vê operasyonê sînor ev e. Lê weke Operasyona Mertalê Feratê operasyonên ku wê li ser Minbic û rojhilata Feratê werin kirin, ev operasyonên cuda ne."
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bozdag der heqê têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê de jî got:
"Helbet divê Tirkiye û Amerîka neyên pêşberî hevdu. Em hewl didin ku 'nebe' lêbelê ev yek bi tenê bi hewldana Tirkiyeyê va çênabe. Bi heman şêweyî Amerîka jî divê peywirdarên xwe yên li qadê hişyar bike da ku bi Tirkiyeyê ra rûbirû nebin û herwiha divê ew jî hewl bidin da ku bi Tirkiyeyê ra neyên hemberî hevdu."
Der barê derxistina fermanberan ji kar jî wiha agahî dan:
"Heta niha 105 hezar û 151 kesî serî li Komîsyona Lêkolîna Kar û Barên Rewşa Derasayî daye. Komîsyonê der barê hezar û 562 kesî de biryar daye. Ji van biryaran jê 41 "qebûl", yên din "red" in. Biryarên redkirinê der barê biryarên wezîfedarnebûnê ya hin mehkemeyan de ne. Rastiya bûyerê nehatiye lêkolînkirin û biryara "hûn wezîfedar in" hatiye dayîn."
Zêdetir wiha nirxandin kir:
"Niha li girtîgehan tu kesê ku ji ber dafika 'mor beyîn'ê ya ku wekî ByLock bi kar anîne xuya dikin, tune. Ji welatiyên me yên ku bi destê FETOyê hatine mexdûrkirin û mexdûriyeta wan didome tunene. Li girtîgehan bi tenê kesên ku bernameya ByLockê bi kar anîne û kontrol û darizandina wan dewam dike hene."