Elif Orhan
17 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 18 Rêbendan 2017
STRAZBURG
Antonîo Tajanî di hilbijartinên ku ji bo Serokatiya Parlamentoya Ewrûpayê (PE) tê kirin û 4 tûr berdewam kir de li hember hemwelatiyê xwe Gîannî Pîtella di tûra dawîn de 351 deng stand û bû serokê PEyê.
Di Lijneya Giştî ya PEyê ya ku li Strazburgê berdewam dike de dengdayîn sibê zû bi 6 namzedan destpê kir, heta tûra 4emîn piraniya dengan nehat bidestxistin.
Li gor qaîdeyan di tûra 3emîn de ji bo herdu namzedên ku herî zêde deng standin deng hatin dayîn. Namzedê koma Demokratên Xiristiyan (EPP) Tajanî 351 deng stand, Pîtellayê ku li ser navê Demokratên Civakî beşdarî hilbijartinê bibû 282 deng stand.
Piştî ku encam hatin eşkerekirin ji bo axaftina spasiyê bangî Tajanî kirin ku derkeve ser kursiyê. Tajanî di axaftina xwe de diyar kir ku serkeftinê diyariyê kesên di erdeheja par a ku li Îtalyayê qewimî de mirin dike û ji bo Ewrûpayê banga yekîtiyê kir.