ŞANLIURFA
Herêma Tel Abyadê ya li ser bajarê Hesekeya Sûriyeyê ya li hemberê Akçakaleya navçeya Şanliurfayê ket nava bêdengiyê.
Piştî ku hêzên koalîsyona di serkêşiya DYAyê de êrîşên asîmanî birin ser herêmê, Sûriyeyiyan xwe spartin Tirkiyeyê û li ser vê jî grûbên kurdan ketin Tel Abyadê û kontrola bajêr kirin destê xwe. Li bajêr rojê bi aram dest pê kir.
Grûbên kurdan ên ku duhê alayên xwe li noqteyên serdest ên herêmê vekirin, alayeke biqasî 7 mêtro dirêj û 3 mêtro jî bi ber bi avahiya gumrukê ve kirin.
Ji Akçakaleyê ve li Tel Abyadê alayên Artêşa Azad a Sûriyeyê û yên rêxistina terorê DAEŞê xuyan dikin.
Tevdîra hêzên ewlekariyê ên li herêmê didome.
Di nava 15 rojên dawîn de ji zêdetirî 25 hezar Sûriyeyî ji ber pevçûnan xwe spartibûn Tirkiyeyê.