ANKARA
Wezareta Karên Navxweyî der barê teqînên li avahiyên HDPyê daxuyaniya "Di lêkolîna qeydên fermî de derket holê kesê ku çalakî kir di 21ê hezîrana 2007an de li Stenbolê ji ber fealiyetên xwe yên Hêzên Gel ên Şoreşger (DHG) a girêdayî DHKP-Cya rêxistina terorê hatiye binçavkirin, di 22yê hezîrana 2007an de bi destê Dozgeriya Komarê ve hatiye serbestberdan." da.
Di daxuyaniya ku malpera fermî ya Wezareta Karên Navxweyî de cî digire de hat gotin ku li avahiyên HDPyê yên li Edene Seyhan û Mêrsîn Akdenîzê di 18ê gulana 2015an de teqîn çêbûn û di encama teqînê de 4 welatî ji cihên xwe yên curbicur birîndar bûn, der barê vê yekê de îdiayên dibêjin ku kiryar çûye Sûriyeyê û hatiye û têkiliya wî bi komên wir re heye di nav raya giştî de belav bûn.
Di daxuyaniyê de dan zanîn ku di lêkolîna qeydên fermî de derket holê kesê ku çalakî kir di 21ê hezîrana 2007an de li Stenbolê ji ber fealiyetên xwe yên DHGya girêdayî DHKP-Cya rêxistina terorê hatiye binçavkirin, di 22yê hezîrana 2007an de bi destê Dozgeriya Komarê ve hatiye serbestberdan û cî dan van agahiyan:
"Dîsa hat dîtin ku Eniya Azadî û Gelan (HOC) a şaxa DHKP-Cya rêxistina terorê ya dereqanûnî endamên xwe yên li tevahiya welêt li Enqereyê kom kir û bi yêlegên ku ser wan 'Hilbijartin çare nîne, tu jî beşdarî têkoşîna me ya serxwebûn û demokrasiyê bibe-HOC' nivîsandibûn, Hilbijartinên Giştî yê Parlementeriyê yê Heyama 23yemîn protesto kirin, kesên navborî jî ji Edeneyê hatiye û beşdarî çalakiyê bûye, di 16.07.2007an de di saet 21.00an de ji ber sûcên 'Muxalefeta Qanûna bi nimreya 2911, dijderketina peywirdarê kamûyê û zirardayîna malê kamûyê' 18 rojan girtî ma û pişt re 03.08.2007an de ji bo ku bi awayekî negirtî bê darizandin hat serbestberdan."
Di daxuyaniyê de dan zanîn ku qeyda pasaportê û qeyda derketina derveyî welêt û vegerînê ya şexsê navborî tune, qeyda wî li pergala Mernîsê jî tune û hat gotin: "Têkiliyên şexsî û îdiayên ku di raya giştî de hatin rojevê jî di nav de bi hemû aliyan ve li ser êrîşê disekinin."