ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Alî Babacan bû mêvanê Maseya Edîtoran ya Anadolu Agencyê (AA) û pirsên li ser rojevê bersivandin.
Babacan li ser pirsa êrîşên biçek ên li Parîsê û bûyerên li ser vê êrîşê got ku dîn, millet û neteweya terorê tuneye. Babacan daxuyand ku "Teror teror e, terorîst terorîst e" û got ku têgeheke "terorîstê min, terorîstê te" jî tuneye.
Babacan wekî din destnîşan kir ku ew wek Komara Tirkiyeyê û wek hikûmeta AK Partiyê li dijî her cure terorê ne û wiha pê de çû:
"Em li dijî terorê ne. Ev dijayetiya me ne tenê prensîb e, di heman demê de ji ber ku bi 10 hezaran welatiyên me ji ber terorê mirin, em li dijî terorê ne. Ji ber vê çendê helwesta me eşkere ye. Çûyîna Birêz Serokwezîrê me ya Parîsê jî ji vî alî ve girîng e. Ji aliyekî din ve ji 2002yan û vir ve em dixwazin ku azadiya fikr û ramanê jî li Tirkiyeyê pêş ve biçe. Azadiya fikr û ramanê mafê mirovan yê herî tabiî ye. Azadiya fikir û ramanan heke bi armanca heqaretê bê bikaranîn ev nayê qebûlkirin. Heke azadî wek heqretê bê bikaranîn divê rayedar ji wan ra bêjin 'bisekine'. Him jî ev heqaret li pîroziyan bên kirin, li Hz. Mihemed bên kirin ev tu carî nayê qebûlkirin, ev mimkun nîne. Em li dijî van in, çi hewce bike em ê bikin. Ji ber vê çendê divê ev herdu mijar neyên tevlihevkirin."
Babacan got ku wexta ku hûn li rêzikên hiqûqa gerdûnî dinihêrin, di navbera azadî û tecawuzkariya nirxên kesên din de sînorek heye.
Babacan daxuyand ku di bûyerên vê axiriyê de tişta ku herî zêde bala wan dikşîne provakasyon e û wiha dewam kir: "Divê em bala xwe baş bidinê ku kî dixwaze bi hin senaryoyan ve çi bike û bibe sedema kîjan bûyeran?"
- "Bûyerên 17-25ê berfanbarê teşebiseke derbeyê ye"
Babacan li ser pirsa operasyonên 17-25ê berfanbarê çiqas zirar da aboriya Tirkiyeyê jî wiha got: "Ji kîjan alî li bûyerên 17-25ê berfanbarê mêze dikin mêze bikin, ev teşebisa derbeyê ye. Derbeya ku hedefa wê hikûmeta me, partiya me ya desthilat, birêz Serokomarê me û malbata wî bû."