23 Gulan 2018•Rojanekirin: 23 Gulan 2018
ANKARA
Hat ragihandin Adnan Çelikê bi nasnavê "Kendal" ku qaşo berpirsiyarê Hêza Deştovaya Sêrtê ya rêxistina terorê bû û li Sêrtê di operasyonê da hat berterefkirin di lîsteya terorîstan kategoriya gewr da cî digirt.
Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî hat destnîşankirin Adnan Çelikê bi nasnavê "Kendal" ku qaşo berpirsiyarê Hêza Deştovaya Sêrtê ya rêxistina terorê bû û li Sêrtê di operasyonê da hat berterefkirin di lîsteya terorîstan kategoriya gewr da cî digirt.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî da hat diyarkirin ji destpêka sersalê vir va di lîsteya terorîstan da 5 jê ji kategoriya sor, 4 jê ji kategoriya şîn, 3 jê ji kategoriya kesk, 2 jê ji kategoriya tirincî, 13 jê ji kategoriya gewr û 7 jê ji kategoriya sipî 34 terorîstên payebilind hatin berterefkirin.
Wek mayîn hat destnîşankirin di operasyonên li nav welêt da li Qersê 12 û li Sêrtê 3 bi tevahî 15 terorîst hatin berterefkirin.