HEWLÊR
Tirkiyeyê biryar da ku alîkariya însanî bide hezar û 800 malbatên ku ji ber şerê Enbarê revîne. Di destpêkê de alavên alîkariyê gihandin 100 malbatî.
Balyozê Tirkiyeyê yê Bexdayê Farûk Kaymakci daxuyaniya nivîskî da û diyar kir ku bi navbeynkariya Komseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) dest bi belavkirina amûrên alîkariyê kirine.
Kaymakci got ku hezar û 800 malbatên ku dê alîkariyê bidine wan, ji 12 hezar kesan pêk tên û ragihand ku di serî de alîkarî dan 100 malbatên enbarî yên xwe sipartin Mensûra navçeya Bexdayê. Di nav alavên alîkariyê de betanî, nivîn, kon, klîma, amûrên pêjgeh, keresteyên paqijiyê hene.
Kaymakci got ku li gor rewş û pêdiviya malbatan dê belavkirina malzemeyên alîkariyê bidomînin.
Kaymakci destnîşan kir ku Iraq û Tirkiye du welatên bira ne û wiha dewam kir: "Em wekî welat û milet di van rojên xedar de li cem gelê iraqê ne, ji bo em vê baştir bidin xuyakirin, me biryar da ku em ê alîkariyê bidin malbatên ku piştî qeyrana Enbarê mecbûr man û mal û milkên xwe terk kirin."
Farûk Kaymakci got ku ew hêvî dikin ku di demeke kurt de qeyrana Enbarê bê çareserkirin û malbat di demeke kurt de vegerin malên xwe û da zanîn ku Tirkiye dê tim alîkariyê bide gelê Iraqê.