Serokomar Recep Tayyîp Erdogan berî çûna Kûveytê, li Balafirgeha Esenbogayê daxuyanî da rojnamegeran û pirsên wan bersivandin.
Erdogan li ser pirsa "Gava ku merasimên 24ê nîsanê li Çanakkaleyê dewam dikirin, li Erîvanê jî ji bo 100emîn salvegera komkujiya êrmeniyan merasim dihat lidarxistin. Serokê Rûsyayê Pûtîn jî beşdarî merasimê bû û li vir îfadeya 'qirkirinê' bikaranî. Gelo hûn di vê mijarê de çi difikirin û vê yekê çawa dinirxînin?" got ku ev cara ewil nîne ku Rûsyayê ev peyv bikaranî, berê jî wiha gotibû.
Erdogan got ku Fransayê jî heman îfade bikaranî û wiha axivî: "Ya rast ji bo ku Pûtîn ev peyv bikar anî aciz bûm, xemgîn bûm. Min ev jî got û min bi eşkereyî wiha jî got. Heke di mijarên wek komkujiyan de hin gav tên avêtin û dê bên avêtin bila Rûsya ewil vegere dîroka xwe, li dîrako xwe mikûr bê. Hewce nîne ku pir paşve jî biçe. Niha hemû bûyerên li Ukraynayê qewimîn eşkere ne, rewşa Kirimê, rewşa Donetsk û Lûhanskê diyar e, li ber çavan e. Bila pêşî hîsabên vana bidin."
Serokomar Erdogan got "Tirkiyeyê komkujî nekiriye" û wiha dewam kir: "Em bi eşkereyî dibêjin. Bila bên em arşîvên xwe vedikin. Heke li Ermenistanê jî arşîv hebin bila bên vekirin. Heke li welatekî din jî hebe bila ew jî vebikin. Bila dîroknas bicivin, komîsyonan ava bikin. Me berê jî wiha digot, lê hişê ewropayê nû hat serî dibêje 'divê Tirkiye arşîvan vebike' ma me ji berê de ji we re wiha digot. Me berê jî ev got lê ev bi yek alî nabe. Heke li Ermenistanê jî hebe divê ew jî veke. Em li gor daneyên arşîvan diaxifin. Gelo ew kesên ku dibêjin milyon û 400 hezar Ermenî hatin kuştin li gor çi diaxifin? Evqas mirov li ku derê bûne? Bila rastiya vê derxin holê. Fransa jî wiha diaxive. Gelo ji ku derê ev agahî anîn, li gor kîjan agahiyan dipeyîve?"
Serokomar Erdogan got: "Divê baş bê zanîn ku bi gelê ermenî re pirsgirêka me tune ye, pirsgirêka me ya herî mezin bi rêvebirya ermenî re, bi dîasporaya ermenî re ye. Divê ev baş bê fêmkirin û zanîn."