Tîma bi koordînasyona Rêvebiriya Rewşa Acil û Afatê ya Serokomariyê (AFAD) ya ku 65 kesan pêk tê, ji bo ku here Nepalê û li cihê erdhejê alîkariyê bike, rê ket.
Ji AFADê 26, ji Weqfa Alîkariya Mirovî û Maf û Azadiya Mirovan 16, ji GEAyê 13, ji Tîmên Xilaskirina Medîkal a Neteweyî (UMKE) 10 kes di timê de cih digrin.Tîma ewil ji Balafirgeha Ataturkê bi Rêhewaya Tirk a ku sefera Stenbol û Katmanduyê dike ve çû Nepalê.
Ji hêla din Komeleya Lêgerîn û Xilaskirinê (AKUT) jî tîmeke ji 40 kesan pêk tê amade kir.
Tim li ku hewce bike wê xebatan bike.