WASHINGTON
Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir, ji bo ku welatê wî bigihêje hedefên xwe divê pêşiyê "motora aboriya Amerîkayê cardin bixebite".
Trump di Kongreya Amerîkayê rûniştina hevpar a Senato û Meclisa Nûneran da xîtabî wekîlan kir û timî peyamên ku di kampanyaya hilbijartinê da dabû, dubare kir.
Trump diyar kir, di salên borî da xeta hatin kirin. Nêzî 9 sal şûnda Amerîkayê 250yemîn salvegera xwe pîroz bike. Ev xetayên ku hatine kirin, wê destûr nede ku Amerîka paşeroja xwe tayîn bike.
Trump destnîşan kir, ji ber welatiyên welatên biyanî tên îstixdamkirin, çîna navîn a Amerîkayê piçûk bûye û wiha dewam kir: "Me li pey hev projeyên kurewî fînanse kirin, lê me zarokên xwe yên ku li Chicago, Baltimore, Detroita bajarên xizan dijîn, nedîtin. Me sînorên xwe ji her kesî ra vekir û hişbir ket welatê me, lê me ji aliyekî din va jî sînorên welatên din parast. Binesaziya bin mala me têk çûye, me trilyon li welatên wî alî behrê xerc kir."
Trump diyar kir, nêzî 94 milyon amerîkayî li welêt naxebitin, 43 milyon kes di sînorê birçîbûnê da dijî û di 8 sal wezîfeya Barack Obama da ji hemû deynên qamûyê yên hemû serokên beriya wî zêdetir deyn maye.
Trump diyar kir ku piştî îmzekirina Peymana Bazirganiya Serbest a Amerîkaya Bakur, li DYAyê îstixdama pîşesaziyê bi qasî ji çaran yek berjêr bû û wiha dewam kir, "Hîngî ku Çîn di 2001ê da beşdarî Rêxistina Bazirganiya Dinyayê bûye, me 60 hezar şirket dan der. Par bi tevahî ferqa bazirganiya alav û amûran a me 800 milyar dolar bû."
- "Pêşiyê divê em motora aboriyê bişixulînin"
Trump bal kişand ku ewê endustriyên DYAyê yên ber mirinê dîsa vejîne û wiha xeberda, "Ji bo ku em li malê û li derva bigehêjin hemû armancên xwe pêşiyê divê em motora aboriyê bişixulînin. Ezê çavkaniya ku ji artêşê ra lazim e, bîter kim. Herwiha emê binesaziya kevnbûyî bi rê, pir, balafirgeh û rêhesiniyan va teze bikin."
Trump da bibîrxistin ku piştî ew wekî serok hat hilbijartin, wî destnîşan kir ku Ford, Fiat-Chrysler, General Motors, Sprint, Softbank, Lockheed Martin, Walmart û gelek ji yên din dê li DYAyê veberhênanên bi milyar dolarî bikin û bi dehan kes dê bên îstixdamkirin.
Donald Trump got wî qedexe kiriye ku rayedarên kamuyê xebatên lobîcîtiyê bikin, wî qedexe kiriye ku heke mecbur nebe ji bo karên leşkerî tu kesî hilnedin kar, wî rê li ber xetên boruya neftê yên Keystone û Dakotaya Bakur vekiriye û wan dev ji Peymana Hevkariya Transpasîfîk berdane.
Serok Trump got ku ewê rêjeya bacê ya şirketên amerîkî kêm bike, ji xwe tîma aboriyê ya Amerîkayê niha li ser 'reforma bacê ya dîrokî' dixebitin.
Trump behsa peymanên ticaretê kir û wiha axivî: "Baweriya min bi ticareta serbest heye lê divê ticaret adil be. Nêrîna 'malê amerîkî bistîne, karkerên amerîkî bide xebitandin' û bi veberhênaneke ku binesaziya wê trilyonek dolar ve bi milyonan mirov wê bên îstixdamkirin.
- "Sîgortaya tenduristiyê wê li gor pênc rêbazan be"
Trump li ser xebatên sîgortaya tenduristiyê jî sekinî û ji endamên Kongreyê xwest ku bila ew "Reforma Sîgortaya Tenduristiyê ya ku Bihayê wê Kêm e" û di raya giştî de wek "Obamacare" tê zanîn ji hêla serokê berê Barack Obama ve hatibû destpêkirin betal bikin.
Trump got bi zorê sîgortekirina hemû gelê Amerîkayê fikreke rind nîne, di reforma sîgorteya tenduristiyê ya teze da ew ê bigihêjin kesên ku nexweşiyên wan hene, her kesê li gor daxwaza xwe xwe sîgorte bike, ji bo eyaletan hêsaniyê bên kirin, tiştên ku bihayê sîgorteyê zêde dikin ji holê bên rakirin û welatî bikaribin ji eyaletên din sîgorteyê bistînin.
Turmp çaxa hat salonê wekîlên komarparêz rabûn pê û lê pêşwazî kirin, Trump merhebatî neda wekîlên demokrat û vê jî bal kişand.
Demokrat çaxa ku ji devê Trump rexneyên li ser heyama Obama bihîstin aciz bûn lê belê komarparêzan bi çepikan şahiya xwe nîşan dan.
Trump di Kongreya Amerîkayê rûniştina hevpar a Senato û Meclisa Nûneran da xîtabî wekîlan kir û li ser gavên ku ji bo aboriya Amerîkayê avêtiye sekinî. Trump sozê xwe yê têkoşîna DEAŞ û koçberên dereqanûnî dubare kir û destnîşan kir ku ew dixwaze yekîtiya welêt çêke.
Trump diyar kir, ji destpêka wezîfeyê pê va, wî di warê aboriyê da gelek gav avêtin.
Trump diyar kir ku ewê ji bo ewlekariya DYAyê tevdîrên hewce bistînin û Trump herwiha ji êrîşên terorê yên ku li DYA û Ewropayê qewimîn nimûne dan û li hemberî gefa DEAŞê biryardariya xwe îfade kir.
- Li hemberî DEAŞê hevkariya digel mutefîqan
Trump rêxistina terorê DEAŞ qesd kir û wiha got, "Ji bo ku em vî dijminê nemerd ji ser erdê paqij bikin, emê dost û mutefîqên me yên li alema îslamê tevda ligel hemû mutefîqên xwe bixebitin."
Trump xeberdana xwe wiha dewam kir, "Çawa ku min soz dabû, min telîmat da Wezareta Berevaniyê ku plana jinavbirina DEAŞa koma wehşiyên qanûnnenas ku misilman, xiristyan, jin, mêr û zarokan dikuje, amade bike."
Trump diyar kir ku ji bo zêdekirina budçeya Wezareta Parastina DYAyê (Pentagon) dest bi xebatan kirin û got, "Ez amadehiya zêdekirina budçeyeke ku di dîroka Amerîkayê da ya herî mezin e dixwazim û ji bo ji nûva avakirina artêşê dişînim Kongreyê."
Trump bal kişand ser çalakiyên Îranê û got, "Min mueyîdeyên teze dan ser sazî û şexsên ku piştgiriyê didin bernameya fuzeyê ya Îranê û îtifaqa me ya bi Îsraîlê ra dîsa tesdîq kir."
Trumpê Serokê DYAyê bal kişand ser têkiliyên bi NATOyê ra.
Trump di vê mijarê da wiha axivî: Em piştgiriyê didin NATOya ku di navbera herdu şerên cîhanê yên ku faşîzm ji text daxistin û Şerê Sar ê ku komînîzm mexlub kir da derkete holê."
- Dîwarê sînorê Meksîkayê
Serokê DYAyê Donald Trump der barê çêkirina dîwarê ji bo sînora Meksîkayê dîsa axivî û wiha got: "Demeke kurt de em ê dest pê bikin. Ev dîwar wê li dijî bazirganiya hişbir û sûcên din bibe bend."
Trump îdia kir ku heta niha ji bo ewlehiya sînoran tiştek nehatiye kirin û lê wê di revêberiya wî de hemû qanûn wê bi bandor bên bikaranîn.
Trump der barê tehdîdên êrîşên li dijî navêndên cihûyan yên li DYAyê jî got ku ew dewleteke mezin in û kes nikare tiştekî wisa bike.
news_share_descriptionsubscription_contact
